Li Amedê rojê nêzî 120 mirov bi şewbê dikevin 2020-07-14 09:20:12 AMED - Li Amedê hema bêje rojê 120 kes bi şewba Covîd-19'ê dikevin û heya niha nêzî 4 hezar kes pê ketine. Hevserokê Şaxa SES'ê ya Amedê Şiyar Guldîken, anî ziman ku li nexweşxaneyan aloziyek heye û xebatkarên tenduristiyê bêyî ku bên karantînakirin tên şixulandin.  Piştî 1'ê Hezîranê li herêmê her diçe hejmara pêketiyên şewba Covîd-19'ê zêde dibin. Nexasim jî li Dîlok, Mêrdî, Riha û Amedê her diçe hejmara pêketiyan zêde dibe. Yekîtiya Bijîşkên Tirk (TTB) daxuyand ku lez belavbûna şebwê li gor rojavayê welêt li herêmê 12 qat zêdetir e. Li Amedê jî li nexweşxaneyên pandemiyê Nexweşxaneya Perwerdehî û Lêkolînê ya Gazî Yaşargîlê, Nexweşxaneya Dewletê ya Selahattîn Eyyûbî û Nexweşxaneya Dil a Zanîngeha Dîcleyê rojê 300-350 kes tên tedawîkirin. Tê diyarakirin ku li bajêr hema bêje rojê 120 kes bi şewbê dikevin û hejmara pêketiyan li dor 4 hezarî ye. Hevserokê Şaxa Sendîkaya Kedkarên Xizmeta Civakî û Tenduristiyê (SES) a Amedê Şiyar Guldîken, rewşa heyî nirxand.    ÊN LI NEXWEŞXANEYAN TÊN TEDAWÎKIRIN    Guldîken, anî ziman ku 10 qatên Nexweşxaneya Gazî Yaşargîlê ji bo pandemiyê tê bikaranîn. Guldîken, da zanîn ku li Nexweşxaneya Selahattîn Eyyûbiyê 70-80, li ya Gazî Yaşargîlê 190-200 û li Fakulteyê jî 80 nexweş hene û rojê 100-200 kes tên taûrcîkirin û li şûna wan nexweşên nû tên razandin. Gultekîn, da zanîn ku li bajêr rojê li dor 120'î mirov bi şewbê dikevin.    'ROJÊ 2-3 KES JIYANA XWE JI DEST DIDIN'    Guldîken, anî ziman ku ev 10 rojên hema bêje rojê 2-3 kes jiyana xwe ji dest didin û got, li gor hejmarên fermî li bajêr ji roja destpêkê heya niha zêdetirî 80 kesî jiyana xwe ji dest daye, lê belê li gor hejmarên bi dest dikevin ev zêdetir e.    Her wiha Guletîn diyar kir ku rojê 2-3 xebatkarên tenduristiyê jî bi şewbê dikevin û got, li bajêr 220 xebatkarên tenduristiyê bi şewbê ketine.    Guldîken, bal kişand ser rewşa xebatkarên tenduristiyê û got, bi zêdebûna hejmara pêketiyan re li nexweşxaneyan alozî çêdibe. Guldîken, got: "Ji 1'ê Hezîranê vir ve şert û mercên xebatê pir giran bûne. Beriya 1'ê Hezîranê xebateke biwardiye hebû. Di vê serdemê de xebatkarên tenduristiyê rojekê diçûn kar, 4 rojan nediçûn. Hevalên li beşa testên Covîd-19'ê dişixuşin jî 15 rojan dişxilîn, 15 rojan nedişixulîn. Bi vî awayî dikaribûn xwe biparêzin. Xwe karantîna dikirin û wexta testa wan negatîf bûna dîsa dişixulîn. Lê piştî 1'ê Hezîranê rewş guherî. Hevalên li beşa testên Covîd-19'ê dişixulin 15 rojan dixebitin, 15 rojên din jî li serwîseke din dixebitin. Bi rastî jî evd ûrî aqlane. Wexta hevalên li wir bi şewbê bikevin, dibe ku sempomtên wan nîşan nede lê diçin li beşeke din dişixulin. Îjar pê ketibe? Hem wê bi nexweş jî bikeve hem jî li ên li wir dişixulin. Wexta em bê bilêv dikin dibêjin 'hejmara xebatkaran kêm e.' Rêbazeke pir hêsan heye. Em tim bilêv dikin. Bi dehhezaran kesên beleheq ji peywirê hatine girtin hene. Demildest divê ev vegerin ser karên xwe."      MA / Fethî Balaman – Ergîn Çaglar