Rêwîtiya ber bi dîroka Bazîdê ve 2020-07-14 09:21:47 AGIRÎ - Li Bazîdê Qesra Îshaq Paşa, Tirba Ehmedê Xanî û Keleha Ûrartûyê serdaniyên xwe ber bi rêwîtiyeke dîrokî ve dibin.  Li Bazîd a Agiriyê deverên ku turîstên biyanî û xwecihî diçinê; Qesra Îshaq Paşa û Tirba Ehmedê Xanî ye. Qesra Îshaq Paşa, bi mîmraiya xwe bala serdêran dikişîne û li gel wê deverên ku serdana wan tên kirin jî Tirba Ehmedê Xanî, Mizgefta Kevn a Bazîdê û Keleha Ûrartûyê ye. Turîstên ku diçin ser Keleha Ûrartûyê ji wir Qesra Îshaq Paşa temaşe dikin.    QESRA ÎSHAQ PAŞA    Qesra Îshaq Paşa bi qasî 5 kîlometreyan dûrî Bazîdê ye, li serê tepeyekî ye. Bi heybeta xwe mirovan heyr û hejmekar dihêle. Di sala 1685'an de kurê Mîr Mihemed Pîrbela Evdî Paşê dest bi çêkirina wê kiriye û tê gotin di sala 1784'an de hatiye temamkirin.    Qesr li ser tepeyekî ku sê aliyên wê bi kend û kosp in hatiye çêkirin. Wexta mirov dikeve hundirê wê ji nişkave bayekî hênik xwe li mirov radipêçe. Hin beşên qesrê yek qatî, hin jê du qatî, hin jê jî sê qatî ne û du hewşên wê yî mezin hene. Her wiha 116 odeyên wê hene û di hundirê wê de mizgeft, odeya dîwanê, firin, metbax, axur û hemam hene. Motîf û moseleyên li ser qesrê jî bala mirov dikêşin. Hin beşên qesrê girtîne, serdêr nikarin biçin wan beşan.    KELEHA ÛRARTÛYÊ Û MIZGEFTA BAZÎDÊ    Devereke din a dîrokî ya Bazîdê jî Keleha Ûrartûyê û Mizgefta Kevn a Bazîdê ye. Wexta mirov diçe serê Keleha Ûrartûyê çav bi bedewiya Qesra Îshaq Paşa û Tirba Ehmedê Xanî dikeve. Nexasim jî danê êvarî mirov tên ji vir li vê dîmena xweşik temaşe dikin. Çendî ku der barê kelehê de dîrokeke qethî tunebe jî lê tê gotin ji dema Ûrartûyan maye.    SERDANA TIRBA XANΠ   Tirba Ehmedê Xanî jî yek ji deverên ku turîst serdana wê dikin. Çendî ku niha li ser deriyê tirbê hatibe nivîsandin "Ji ber şewba Covîd-19'ê serdan qedexe ye" jî lê mirov qefle bi qefle tên serdana tirbê dikin. Welatiyên ku nikarin bikevin hundir, li dor tirbê digerin û ji camên wê li hundir mêze dikin û duayan dikin.