Şahidê Girtîgeha Jimare 5'an: Bi ser neketin 2020-07-14 09:22:27 MÊRSÎN - Ji şahidên Zindana Jimare 5'an a AMedê Îbrahîm Bîlen, destnîşan kir ku çendî ku feraseta serdest wê demê xwestiye bi îşkenceyê şoreşgeran bêîtibar bikin û bike ku îxanetê li hevalên xwe bikin bi ser neketiye û got: "Çimkî Berxwedana Xeyrî, Kemal û Mazlûman, wê wehşetê û fikrên koletiyê şikandiye."  Bi derbeya eskerî ya 12'ê Îlona 1980'yî re feraseta darbekar hat ser kar û li Tirkiyeyê rojên tarî dest pê kiribûn. Bi vê re bi deh hezaran mirov hatibûn binçavkirin, hatibûn îşkencekirin û girtin. Yek ji deverên ku îşkenceyên xedar dihatin kirin jî girtîgeh bûn. Ji van girtîgehan jî nexasim Girtîgeha Jimare 5'an a Amedê, Girtîgeha Mamak û Metrîsê.    Li Girtîgeha Amedê bi pşengiya Mehmet Hayrî Dûrmûş ê PKK'yî, di 14'ê Tîrmeha 1982'yan de çalakiya rojiya mirinê dest pê kiribû û ev çalakî li dijî pêkanînên der mirovî wekî serketina vîna mirov li nav rûpelên dîrokê cihê xwe girtibû.    Ji şahidên wê demê Îbrahîm Bîlen ê 63 salî behsa wan salan kir.    Bîlen ku li Qoser a Mêrdînê tê dinê, di salên 1970'yî de li Stenbolê bi Komeleya Ciwan û Karkeran a Şoreşger tevgera şoreşgeriyê nas dike. Bîlen, anî ziman ku lê belê wê çaxê pir hay ji kurdbûna xwe tunebûye û got: "Hişmendiya şoreşgeriyî hebû, lê ya kurdbûnê, dîrokî tunebû. Lê wexta di salên 80'yî de hatim Kurdistanê hay ji wê jî çêbûm. Min li vira tevgera azadiyê nas kir. Piştî min heval nas kirin, dû re hîn bûm ku em kî ne, em çi ne. Min rewşa kurdan a di dîrokê de fêm kir û bi vê ferasetê tev li nav têkoîna şoreşgerî bûm."    ÎŞKENCE    Bîlen, diyar kir ku beriya darbeya 80'yî li her çar aliyên welêt liv û tevgereke şoreşgerî hebû û got, piştî darbeyê bi 8 mehan li navçeya Cirnê Reş a Rihayê hatiye binçavkirin û dû re hatiye girtin. Bîlen, anî ziman ku dû re wî anîne Emniyeta Qoserê û li vira 10 rojan li ser hev ew îşkence kirine û 20 rojan jî li Fermandariya Cendirmeyan a Mêrdînê hatiye îşkencekirin.    Bîlen, bilêv kir ku piştî îşkenceyê ew birine Amedê û li wir Dadgeha Eskerî ew girtiye û şandiye Girtîgeha Jimare 5'an.    BI SER NEKETIN    Bîlen got: "Berî bêm girtin min nivîsên der barê zindanên Vîetnamê dixwendin. Lê li wir tiştên hatin serê me ji ên ku min xwendibûn xerabtir bûn. Tiştên li wir qewimîn bi vegotinê naqedin. Bi rastî jî divê meriv bi çavê xwe bibîne. Em nikarin wê wehşetê, wan bedêlên hatine dayîn ji bîr bikin. Hê jî carinan tê xewna me. Ji bo me trwamayek bû. Wexta dengê hevalên te, nalîna hevalên te yên di rojiya mirinê de tê bîra te, tu nikarî xwe jê xelas bikî. Tiştên li wir qewimîn, tiştine derî mirovahiyê bûn. Ji bêhnstendinê bigire heya razanê her tişt dibû îşkence. Bi vê re dixwestin şoreşgeran bêîtibar bikin û bikin ku îxanetê li hevalên xwe bikin. Lê bi ser neketin û wê nekevin jî. Çimkî Berxwedana Xeyrî, Kemal û Mazlûman, wê wehşetê û fikrên koletiyê şikandiye."    ‘DUH LI GIRTÎGEHÊ NIHA LI TEVAHIYA WELÊT...'    Bîlen, destnîşan kir ku ji wê rojê heya niha hema bêje guherîneke erênî çênebûye, berevajî şert û merc xirabtir bûne. Bîlen, got: "Çimkî wê çaxê li girtîgehan ev îşkence dihat kirin lê niha welat bi tevahî bûye girtîgeh û bi feraseta wê rojê tê birêvebirin. Niha mirov nikarin xwe bilêv bikin. Me jî di salên 80'yî de li girtîgehê nikaribû xwe bilêv bike, lê niha ev yek li seranserê welêt heye."    HEVRÛBÛN    Bîlen, diyar kir ku di ser girtîgehên Amed, Xarpêt, Mamak û Bayrampaşayê re dihat xwestin ku civak bê terbiyekirin û got: "Li Amedê bi wehşet û îşkenceyê êrîş tanîn ser me. Li Bayrampaşa û Mamakê rêbaza tevlihev bike, lihev bîne pêk dianîn û li Girtîgeha Xarpêtê jî dixwestin bi birçîbûnê terbiye bikin."    Bîlen, destnîşan kir ku ji bo carek din ev tişt pêk neyên hevrûbûn şert e û got, ji bo vê jî divê dînamîkên civakî tev bigerin.