Şerta rektoriyê ya ji bo KHK'yiyan: Serî lê nedin 2020-07-14 09:23:01 AMED - Rektoriya Zanîngeha Dîcleyê, di îlana ji bo girtina 242 personelên bipeyman de xala "Kesên bi KHK'ê ji peywirê hatine dûrxistin nikarin serî lê bidin" daniye ber kesên serlêdanê bikin.  Serokatiya Daîreya Personelan a Rektoriya Zanîngeha Dîcleyê, ji bo girtina 242 personelên tenduristiyê yên bipeyman, li ser malpera înternetê ya zanîngehê îlanek parve kiriye. Lê belê rektoriyê di beşa "şertên giştî û taybet" a îlanê de gotiye "Kesên bi KHK'ê ji peywirê hatine dûrxistin nikarin serî lê bidin."   HEVSEROKÊ SES'Ê: DIJÎ QANÛNA BINGEHÎN E    Hevserokê Şaxa Sendîkaya Kedkarên Xizmeta Tenduristî û Civakiyê (SES) a Amedê Şiyar Guldîken, ji bo îlana navbirî û şerta ku hatiye dayîn anî ziman ku kesên ji peywirê hatine dûrxistn di dema Rewşa Awarte de ji peywirê hatine dûrxistin û got, tu hêleke wê ya qanûnî tuneye.    Guldîken, ji bo vê biryara rektoriyê got, biryareke dijî Qanûna Bingehîn e.