AKP'iyan nelirêtiya xwe nav bi nav aşkere kir 2020-07-14 09:23:46   AMED – Li Farqînê komeke AKP'î, navê kesên di nav partiyê de bi awayekî çalak dixebitin û bi pera kesan li saziyên cemaweriyê bi cih dikin, yeko yeko aşkere kirin.    Li Farqîn a Amedê hin AKP'î navê hin kesên di nav partiyê de bi awayekî çalak dixebitin lê belê bi pereyan kesan li saziyên cemaweriyê bi cih dikin û dikin xwedî kar, yeko yeko aşkere kirin.    QEYÛM Û BERTÎL    Parlementerê AKP'ê yê berê Abdûrrahman Kûrt jî ber daxuyandibû ku li Amedê ji bo saziyên cemaweriyê kadro tê firotin. Niha jî li navçeya Farqînê hin AKP'iyan bi vîdeoayn tiştên bi vî rengî aşkere kirine. Hin AKP'iyên ji ber nelirêtiya tê kirin û bertîla tê stendin nerihet bûne, li ser hesabê twîtterê yê bi navê “Silvan AK Gerçekler” “@Silvangercekler” yeko yeko navê kesên nelirêtiyê dikin aşkere kirin. Di parvekirinê de hatiye gotin: "Qeyûm tayinî Şaredariya Farqînê hat kirin, çeteyên bertîlxwar li ser kar in, lîste tên amadekirin, ji keda gel tê xwarin."    ‘XWARZIYÊ AKSOY DIKE'    Di vîdeoeya hatiye parvekirin de xwarziyê Serokê AKP'a Farqînê Nîmet Aksoy Firat Gurmez j heye. Di vîdeoya ku wêneyê Gurmez têde cih digire tê gotin: "Di AKP'ê de berîlê dixwe, nelirêtiyê dike. Di amadekirina lîsteya personelan de bertîlê distîne."    YEKO YEKO HATIN PARVEKIRIN    Di vîdeoyê de kesên di çaçroveya Bernameya Fêdeya Civakê ya ÎŞKÛR'ê de li saziyan hatine bicihkirin jî hene. Di vîdeoyê de tê gotin: "Li Farqînê serdema din Mahîr Bînenê ku di çaçroveya bernameya TYP'ê ya ÎŞKÛR'ê de navê wî derketibû, li Nexweşxaneya Dewletê ya Farqînê xebitî. Xwarziyê Nîmet Aksoy Firat Gormez, xwestiye bi bertîlê Mahîr Bînen bixe kar. Mahîr Bînen jî ji CÎMER'ê re nivîsandiye. Dû re çawa be dev jji gilîkirinê berda."    Di vîdeoya ku navê kesên li Midûriyeta Perwwerdehiyê bi bertîlê hatine bicihkirin lê belê bêyî ku biçin kar meaşên xwe digirin cih digire de wiha tê gotin: "Li Farqînê ên di bin banê ÎŞKÛR'ê de li Midûriyeta Perwerdehiyê bi bertîlê hatine bicihkirin,bêyî ku biçin kar wê 8 mehan meaş bigirin. Ên ji bo vê yekê xwe li nedîtinê danîne; Midûriyeta Perwerdehiyê ya Farqînê, midûrên dibistanan... Amdûlsamet Menguş û hevjîna xwe, navê her du ya jî di lîsteya paqijiyê ya Midûriyeta Perwerdehiyê de ye. Ji heman malbatê du kes, navê her du kesan jî heye. Abdûlsamet Menguş, li hemberî Denîzbankê dikana wî ya fêkiyan heye. Wê ev kes rojekê jî neçin kar û tam 8 mehan meaş bigirin. Li Farqînê Mûhyettîn Dalgin û Lale Tokdemîr jî navê wan di lîsteya paqijiyê ta Midûriyeta Perwerdehiyê de ye. Mala wan li gundê Kizlalê ye. Ê neçin kar, lê ê meaşên xwe bigirin. Mûrat Berek navê wî jî di lîsteya paqijiyê de ye. Ev kes li Mala Mamosteyan a Farqînê bi awayekî bipeyman dişixule. Navê wî jî di lîsteya ÎŞKÛR'ê de derketiye. Ê her meh du meaşan bigire. Sîdret Korkmaz ku navê wê di lîsteya paqijiyê de heye hevjîna Endamê Desteya Rêvebir a AKP'ê Veysî Korkmaz e. Dê rojekê jî neçe kar û wê meaşê xwe bigire. Hanefî Platîn ku navê wî di lîsteya paqijiyê de ye, aşxaneya wî heye. Wê neçe kar, lê ê 8 mehan meaş bigire."      Her wiha di vîdeoyê de tê gotin AKP'î di bin navê "liserxêrbûnê" de diçin sazî û dezgehan, lê di asasê xwe de ev yek ji bo eyarkirina kar e. Di vîdeoyê de tê gotin ku Cîgirên Serokê AKP'a Farqînê Hîkmet Ceylan û Salîh Toy, bi bertîlê mirovan bi li saziyan bi cih dikin û ji bo serdana wan a ji bo Faysal Hatîpoglû yê tayinî Midûriyeta Tenduristiya Dev û Diran hatiye gotin: "Çeteya bertîlê li ser kar e, li saziyên fermî li dû rantê ne."    Di vîdeoyê de wêneyê Endamê Meclîsa Şaredariya Farqînê Metîn Gosterîş ê AKP'î jî hatiey parvekirin ku û jib o wî hatiye gotin: "Endamê Meclîsa Şaredariya Farqînê yê AKP',î, di AKP'ê de bertîlê distîne û nelirêtiyê dike. Bi peran lîsteyan amade dike."    Di vîdeoyê de ji bo Cîgirê Serokê AKP'a Farqînê Abdûllah Guzel tê gotin ku di dema qeyûm de bi awayekş neheq li şaredariyê hatiye bicihkirin û ji bo rêvebirê AKP'a navçeyê Îdrîs Kayaalp jî tê gotin ku li ser navê AKP'a Farqînê bertîlê distîne û partî kiriye çewliga malbatî.    Di vîdeoyê de ji bo Cîgirê Serokê AKP'a Farqînê Salîh Toy jî tê gotin ku ev kes li ser navê AKP'ê û parlementeran bertîlê dixwaze.    Her wiha di vîdeoyê de tê gotin ku rêvebirên AKP'a Farqînê jinên ku ji bo kar tên partiyê taciz dikin, AKP'ê kirine maleke umûmî.