Li Cengîz Înşaatê şeba Covîd-19 belav dibe, lê kar hê jî dewam e 2020-07-14 09:24:31 MARDİN – Hat diyarkirin ku li Şemrexê zêdetirî 80 karkerên li Tesîsên Gubre yên Etî Bakirê ku girêdayî Cengîz Holdîngê ne, dişixulên bi şewba Covîd-19'ê ketine, lê belê parêzerê Etî Bakirê parast ku kes bi şewbê neketiye.  Li Şemrex a Mêrdînê çendî ku di Tesîsên Gubre yên Etî Bakirê yên girêdayî Cengîz Holdîngê û înşeata rêhesinî ya Amed-Şemrexê de gelek karker bi şewba Covîd-19'ê ketine, hê jî karker tên şixulandin. Tê gotin ku heya niha zêdetirî 80 karker bi şewbê ketine, her diçe hejmara pêketiyan zêde dibe. Hat diyarkirin ku karkerên bi şewbê ketine li Nexweşxaneya Dewletê ya Mêrdînê, Nexweşxaneya Dewletê ya Şemrexê û li nexweşxaneyên navçeyên din di karantînayê de ne. Her wiha 40 karkerên ku semptomên vîrûsê bi wan re hene jî li Wargeha Xwendekaran a Kasimiyeyê ya Zanîngeha Artûklûyê di karantînayê de ne.    Kesên li Şemrexê di Cengîz Holdîngê de dişixulin ji bo karê wan ji dest neçe deng ji xwe dernaxin.    Piştî van îdiayan me xwe gihand parêzerê Tesîsên Etî Bakirê yên Şemrexê Taner Unver. Unver, anî ziman ku şantiyeya Etî Bakirê û ya Cengîz Înşeatê ji hev cuda ne û got, fabrîke û şantiye tevlihev tê kirin. Unver, diyar kir ku heger der barê Etî Bakirê de îdiayeke taybet hebe, mirov dikarin ji qeymeqamtiyê bipirsin û got: "Tevdîr tên girtin. Li welêt çi biqewime, li vira jî îhtimala dîmenên bi wî rengî heye. Lê heger hûn ji bo personelan dipirsin; niha ji me kes pê neketiye." Unver, anî ziman ku Walîtiya Mêrdînê û Qeymeqamtiya Şemrexê bi awayekî rêk û pêk Etî Bakirê kontrol dikin.    Parêzer Unver dibêje li Etî Bakirê kesên bi şewba Covîd-19'ê ketine tunene, lê belê di sepana "Jiyan di malê de hiltê" ya Wezareta Tenduristiyê de, li Şemrexê yek ji deverên ku di nav "cihên birîsk" de cih digire jî Tesîsên Fosfatê yên Etî Bakirê ne.    Têkildarî mijarê me telefonî rayedarên Cengîz Înşeatê kir, lê belê çendî ku midûrê şîrketê gotin wê vegerin jî venegeriyan. Li ser vê me telefonê Midûriyeta Tenduristiya ya Şemrexê kir, lê belê midûriyetê jî got kesê ku niha der barê mijarê de biaxife tuneye.    'JIYANA ME DI XETEREYÊ DE YE'    Lê belê karkerên di şantiyeya rêhesinê de dişixulin jî diyar kir ku bi hinceta karantînayê nahêlin biçin malên xwe û gotin, her diçe hin kesên din pê dikevin. Karkeran, anî ziman ku saeta xebatê hatiye dirêjkirin û gotin: "Qaşo em di karantînayê de ne, lê em hê bêtir dişixulin. Her roj hin kesên din pê dikevin. Heger mebest parastina ji vîrûsê be, naxwe divê em ne li cihê ku vîrûsê lê be. Lê em di nav hev de ne. Kesên pê dikevin an wan radikin nexweşxaneyan an jî wan dibin wargeha xwendekaran. Lê ji ber baş nayê tespîtkirin em giş pê dikvein." Karkeran, anî ziman ku hejmara pêketiyên li şantiyeyê hindik tên nîşandan û li Fabrîkaya Etî Bakirê jî hejmara pêketiyan bi temamî tê veşartin.    MA / Ahmet Kanbal