Li Şirnexê 22 herêm qedexe kirin 2020-07-14 09:37:20   ŞIRNEX - Walîtiya Şirnexê, 22 herêm qedexe kirin.   Walîtiya Şirnexê, 22 herêmên navend, navçeyên Cizîrê û Sîlopî jî di nav de ji bo 3 rojan qedexe kirin.    Walîtiyê di daxuyaniya da de wiha got: “Ji bo parastina ewlekariya neteweyî û parastina  pergala çemawerî û pêşîlêgirtina sûc, 22 herêmên navend û navçeyên Cizîrê û Sîlopî yên Şirnexê hatin qedexekirin.”   Navên herêmên hatin qedexe kirin wihane: “Çiyayê Cûdî, Çiyayê Mezin, Girê Zozan, gire Gavur, Kaniya Mameliyê, Girê Deriyedulu, Girê Havolehavşî, Sirtê Deviyeozga, Çemê Ganiyesinak, Girê Dalgaduriyî, Çemê Kemal, Gundê Kosrelî, Girê Kurtik, Gundê Kayunoren, Girê Sêbiran, Girê Ezmîn, Zozana Bîşî, Gundê Damlaca, Sirtê Kamişli, Girê Îsîmsiz, Girê Duz û Girê Çîmenlî.”   Ev herêm heya 16’ê Tîrmehê saet 24.00’an ji bo sê rojan ketin û derketina wan hat qedexekirin.