Li Edenê 2 kesên din jî hatin berdan 2020-07-14 09:46:48 EDENE – Li Edenê, ji 12 kesên 5 rojin dibin çavan dene, 2 kesên din serê sibê hatin berdan.    Polîsan di 10’ê Tîrmehê de li Edene û Mêrsînê bi ser gelek malan de girtibûn û 14 kes binçav kiribû. Ji kesên hatin binçavkirin Ekerm Taşgir di 11’ê Tîrmehê de û Mecît Îrtan jî di bi fermana dozger hatibûn berdan. Duh dema binçavkirina 12 kesan 4 rojên din hatibû dirêjkirin. Sever Ûzûn û Pinar Altas jî piştî lêpirsîna wan a li Midûriyeta Polîsan, li ser fermana dozger serê sibê hatin berdan.    Zeynep Taşgir, Azmî Îrtan, Abdulazîz Kandemîr, Cengîz Atsiz, Ferda Îldan, Ûmût Manap û Fazil Demirkiran ên li Şaxa Siyasî ya Miduriyeta Polîsan a Edeneyê tên girtin, bi îdîaya "Endamtiya rêxistinê" û "Cih di nava civata PKK/KCK'ê de girtin" tên sûcdarkirin.    Li aliyê din, navê 3 kesên di çarçoveya heman operasyonê de hatin binçavkirin, nehat hînbûn.