Li Dîlokê li dijî HDP û DBP’ê operasyona binçavkirinê 2020-07-14 09:47:24 DÎLOK – Îro serê sibehê polisan li Dîlokê bi ser malan de girt û hevserokê HDP û DBP’ê yên bajar jî di nav de 33 kes binçav kirin.     Li Dîlokê, îro serê sibehê polisan bi ser malên HDP û DBP’iyan de girt. Di çarçoveya lêpirsîna ku ji aliyê Serdozgeriya Komarê ya Dîlokê ve hatibû destpêkirin de polisan hevserokê HDP’ê yê bajar Mûsa Aydin û Hevserokê DBP’ê yê bajar Mehmet Vûral jî di nav de bi giştî 33 kes binçav kirin.  Hat hînbûn ku di nav kesên hatine binçavkirin de hevserokên HDP’ê yên navçeya Şahînbey û Şahîtkamîlê, 2 keya û parêzerek jî hene. Di kêliya serdegirtinê de polisan deriyên hin malan şikandin û wisa kein hundir.