Li dijî girtina ceyranê li ber trafoyê nobet girtin 2020-07-14 10:00:44   MÊRDÎN – Li gundên Artûklûyê, gundiyên ku duh ceyrana wan hatibû berdan, ji ber ku careke din ceyrana wan hat birîn, li ber trafoyan nobet girtin.    Birîna ceyranê ya bi hinceta deynan li nêzî 100 gundên navçeyên Dêrik, Qoser û Artûklûyê ku ji aliyê Şîrketa Anonîm a Belavkirina Ceyranê ya Dîcleyê (DEDAŞ) ve pêk tê, didome. Li ser bertekên zêde, ji bo bersivandina pêwistiya avê bi qasî çend saetan ceyran hat berdan. Ji ber ku piştî bersivandina pêwistiya avê careke din ceyrana li gundên Artûklûyê hat birîn, gundiyan ji bo mr ceyrana wan neyê birînx li ber trafoyan navendî dest bi girtina nobetê kirin. Gundiyan, komên DEDAŞ’ê ku ji bo birîna ceyranê hatin ber trafoyê, paşve vegerandin.