Bi daxwaza kar 5 rojin di greva birçîbûnê de ye 2020-07-14 10:12:21   MÊRDÎN - Li Artûklû, hikumxarê berê Mehmet Demîr ê 35 salî yê demek dirêje kar nabîne, bi daxwaza kar 5 roj in di greva birçîbûnê de ye.    Mehmet Demîr ê 35 salî yê li navçeya Artuklû ya Mêrdînê dijî, bi daxwaza kar ev 5 rojin di greva birçîbûnê de ye. Demîr ji ber bûyerek edlî 6 sal û 9 meh cezayê lê hatibû birin. Demîr ê hat berdan, heya 5 mehan li kar geriya, lê ji ber ku hikumxarekê berê ye, nekarî kar bibîne. Demîr, diyar kir ku ew pir mexdûre û wiha got: “2 zarokên min hene. Ji berk u sabiqeya min heye, kes karekê daîmî nade min. Ez tenê dixwazim kar bikim û li zarokên xwe mêze bikim. Ji bo vê min dest bi greva birçîbûnê kir. Ezê greva xwe ya birçîbûnê dewam bikim.”