Prz. Erol: Li ser tecrîda fîzîkî tecrîda hiqûqî jî zede kirin 2020-07-14 10:46:44 AMED - Parêzerên Rêberê PKK'ê Abdullah Ocalan, ji ber agahiyê ji Ocalan nagirin û hemû serlêdanên wan ên ji bo hevdîtinê bê encam dimînin, serî li Dadgeha Destûra Bingehîn dabûn. Ji Parêzerên Ocalan Przl Faîk Ozgur Erol, diyar kir ku berê tecridkirina fîzîkî hebû, niha tecrîdkirina hiqûqî jî li muwekiyê wî zêde kirine. Erol ji AYM’ê xwest ku bi lez dawî li vê muameleya xerab û bê hiqûqiyê bînin.    Parêzerên Buroya Hiquqa Asrînê ku muwekîltiya Rêberê PKK'ê Abdullah Ocalan û Omer Hayri Konar, Hamîlî Yildirim û Veysî Aktaş ku li Girtîgeha Tîpa F a Ewlehiya Bilind a Îmraliyê di hucreyan de tên girtin, ji 7'ê Tebaxê de nikarin biçin Îmraliyê û nikarin muwekilê xwe ziyaret bikin. Parêzer bi tu awayî nikarin bi Ocalan re girtiyên din re dîyalogê dînin. Parêzerên Buroya Hiqûqa Asrînê ji bo nikarin bi muwekilên xwe re hevdîtin bikin û hemû rêyên ragihandinê yên di navbera wan û Ocalan de hatine qutkirin di 19'ê Hezîranê de serî li Dadgeha Destûra Bingehîn (AYM) dabûn û daxwaza “tedbirê” kiribûn.    Ji parêzerên Ocalan ku endamên Buroya Hiqûqê ya Asrînê ne Rêzan Sarica û Nevroz Uysal, li ser navê parêzeran piştî 8 sal şûnde bi muwekilê xwe Ocalan re hevdîtin kiribûn. Prz. Newroz Uysal û Rêzan Sarica di 2-22'ê Gulanê, 12-18'ê Hezîranê û herî dawî di 7'ê Tebaxa 2019'an de çûbûn Îmraliyê û bi Oclana re hevdîtin kiribûn. Parêzerên Asrinê ji 7'ê Texabê heta niha 86 çaran serî li Serdozgeriya Komarê ya Bûrsayê dan û xwestin bi Ocalan re hevdîtin bikin. Lê hemû serlêdanê parêzeran bê encam man. Piştî hevditina parêzeran û Îmraliyê ji hev qut bû û di 2'ê Adarê de li Îmraliyê agir bi daristanê ket, firak û bertek zêde bûn. Li ser vê yekê destûr dan ku bira Mehmet Ocalan biçe Îmraliyê û bi Ocalan re hevdîtin bike. Piştî tenê carekê Mehmet Ocalan çû îmraliyê û bi Ocalan re hevdîtin kir, deriyê Îmraliyê dîsa li hevdîtinê hatin girtin. Piştre jî bi hinceta vîrûsa corona (Covid-19) deriyê Îmraliyê li Ocalan û 3 girtiyên din jî girtin. Ji ber vîrûsa corona  hemû girtiyên siyasî mafê wan ê hevdîtina telefonê ya heftane ji 10 deqîqeyan derxistin 20 deqîqeyan. Lê ji roja Ocalan li Îmraliyê ye heta Nîsana 2020'an tenê yekem car û cara dawî di 27ê Nîsanê de mafê telefonê dan Ocalan û malbata Ocalan. Ocalan piştî 21 salên li Îmraliyê yekem car bi telefonê bi malbata xwe re axivî. Lê vê carê jî bi şertê malbat biçin li Dozgeriya Komarê destûr dan ku Ocalan bi malbata xwe re bi axive.    Ji 7'ê Tebaxê heta niha parêzeran 86 caran serlêdan kirin. Lê hemû daxwazên parêzeran bê bersîv man. Dîsa malbat ji 27'ê Nîsanê de bi telefonê bi Ocalan re axivîn. Ji wê rojê û hita niha dîsa agahî bi tu awayî ji Ocalan nayê girtin. Li aliyê din agahî ji 3 girtiyên din ên li îmraliyê jî nastînin. Ji parêzerên Buroya Hiqûqê ya Asrînê Prz. Faîk Ozgur Erol, der barê şertên muwekîlê xwe Ocalan û aliyê hiqûqê de ji Ajansa Mezopotamya (MA) re axivî.    Endamê Buroya Hiqûqê ya Asrînê Prz. Faîk Ozgur Erol, bal kişand ser tenduristiya Ocalan û wiha got: "Di nava nexweşiyên kronik de pergala bêhnê de hin nexweşî hene. Ji ber şertên avhewa û hucreyê di aliyê bêhnstendinê de zorê dijî. Di salên borî de ji ber bezê rûn li Îmraliyê emeliyatek biçuk derbas kiribû. Dîsa nexweşiyên çavên wî jî hene. Di pergala îmraliyê de gelek rîskên ku bandorê li ser tenduristiyê bike hene. Hem nema gravê zêde ye, hem hucer tavê nabîne. Ev şert rê li nexweşiyan vedike. Ji ber şertên gravê pirsgirêka bêhn stendinê dijî û gelek caran destûr nade ku bi rehetî razê. Dema em temenê Ocalan û 3 hevalên wî yên din li beran digirin şert ne guncav e. Ocalan 20 sal derbas kir û dikeve sala 21'emîn ku du tecrîda giran a hucreyê de derbas dike. Ev bi tena serê xwe li ser tenduristiyê bandorek pir mezin a xerab dike."    'CPT KU BERÊ DIHAT RAPOR AMADE DIKIR ÊDÎ RAPORÊ JÎ AMADE NAKE'    Prz Ozgur Erol, da zanîn ku ji bilî Ocalan 3 girtiyên din jî ji sala 2015'an heta niha li Îmraliyê di şertê giran de dimînin û wiha got: "Berê jî Saît Yildirim demekê li Gravê ma. Saît Yildirim ji ber bi nexweşiya kronîk a dil bû û nikaribû şertê girtîgehê rake, piştî demekê ji Îmraliyê şandin girtîgehek din. CPT jî tespît kir ku Îmralî li dijî nexweşiyan bê tedbîr e. Li Îmraliyê bi rêk û pêk venêrtina revîr û bijîşk heye, lê nexweşxaneyek bi teşekkul tune ye. Ev jî ji bo nexweşiyên kronîk rîskekî bi xwe re tîne. Bi şewrê re gefek din li riskên tenduristiya Îmraliyê zêde bû. Di destpêka şewba vîrûsê de me serî li rayedaran da û me xwest li dijî vîrûsê tedbîr bên girtin. Niha birêz Ocalan di tecrîda giran de ye. Derfetên me yên em bi telefonê agahî bistînin û rewşa wî fêr bibin tune ye. Serlêdana me û pirsên me yên ji bo tedbîra pandemiyê jî bê bersîv hatin hiştin. Ji ber pirsên me bê bersîv man û em agahî ji Brêz Ocalan negirt me dest bi pêvajoya hiqûqî kir û me serî li AYM'ê da. Rêxistina CPT’î ku ji hevparên netew-dewletê pêk tê, helwesta wê di mijarê stratejîk ên wekî Îmraliyê de bandorekê dike. CPT ku berê ziyaret dikir û rapor amade dikir, û prosedura hukum bike hebû, niha êdî nayê ziyaret nake. Dema tê Tirkiye jî bêyî biçe Îmraliyê vedigere. Raporan amade nake. Em dikarin vê helwesta CPT’î ya der barê Ocalan û Kurdan de piştî sala 2010'an li DMME'ê jî bibînin. Ev sazî ne rêxistinên sivîl in. Di binyada wê de ji pêkhatiyên dewletan pêk tê. Di mijarên stratejîkde polîtîkayên dîplomatîk ên dewletan û YE'yê esas digire. Em raporên xwe bi rêk û pêk ji CPT'ê re dişînin. Dîsa ji ber rewşa şewbê û rîskên li Îmraliyê me têkildarî agahiya rewşa herêmî serî li CPT’yê da."    'LI TECRÎDA ÎMRALIYÊ TECRÎDA HIQÎQÎ JÎ ZÊDE KIRIN   Parêzer Ozgur Erol, bal kişand ser rewşa hiqûqî û cezayê dîsîplînê ku li Ocalan tê birîn û wiha lê zêde kir: "Em dizanin ku di sal û nîvek dawî de tu cezayê dîsîplînê lê nehatiye birîn. Ji ber ku bi tu awayî dosyayên ceza nîşanî me nadin. Li gel ku em parêzerên wî ne jî dosya nîşanî me nadin. Li aliyê din ji bo dosyayan nîşanî me nedin biryar stendine. Nêzî 2 salin hinceta astengkirina malbatan cezayê dîpîslînê nîşan didin. Bi rêk û pêk cezayê dîsîplînê li Îmraliyê dibirin. Her carê 3 mehan cezayê hevdîtinê li girtiyên Îmraliyê dibirin. Ji bo hevdîtinên malbatan asteng bikin krasekî zagonî li van qedexe û astengiyan dikin. Em dizanin ku ev cezayê dîsîplînê krasê hiqûqî ye. Em dizanin ku prosedura zagonî nayê kirin. Mînak di 2.5 salên dawî de kijan cezayê dîsîplînê bi çi hincetê dane wan em nizanin. Di serlêdanên ji bo ziyareta malbatan de ji 3 mehan carekê bi nivîskî bersîva "Cezayê dîsiplînê" didin me. Em bi van bersîvan dizanin ku cezayê dîsiplînê li muwekilê me hatiye birîn. Bi awayekî fermî 2.5 salin darizandinek hiqûqî ji me parêzeran vedişêrin. Rewşê ji parêzeran û cemaweriyê vedişêrin. Bi vê rewşê li tecrîda Îmraliyê tecrîdahiqûqî jî zêde dikin"    Parêzer Erol, anî ziman ku berê jî hevdîtina parêzeran dihat astengkirin, parêzer guhdar dikirin û dikirin qeydan û ev ne zagonî bû wiha lê zêde kir: "Ji ber ku ev dijhiqûqî berê tenê li Îmraliyê hebû bala cemaweriyê dikişand. Lê niha li tevahiya girtîgehan belav dikin. Ev bû sedem ku ev binpêkirin neyê dîtin û cemaweriya demokratîk wekî berê bertek nîşan nede. Ji sala 2016’an û şûnde pêkanînên li Îmraliyê pêş xistin li hemû girtîgehan belav kirin. Hemû kirin zagon. Ji ber ku darizandina dîsîplînê ji parêzeran veşardin û geşedanên hiqûqî nîşanî parêzeran nedan me serî li Dadgeha Destûra Bingehîn da. Piştî tecrîda hundir û tecrîda derve bû yek, îsolasyona li ser kesekî li ser komên mezin belav bû, tecrîd belav bû. Serlêdana AYM'ê hem têkildarî şertên Îmraliyê yên pandemiyê ye, hem jî îhlala darizandinên dîsîplîna ku ji parêzeran vedişêrin e. Îro serlêdan û tedbîr mudaxaleyek lezgîn dixwaze. Lê divê em rastiya tecrîda 20 salan a li Îmraliyê jî ji bîr nekin. Birêz Ocalan heta 10 salan bi serê xwe di yek hucreyê de hat girtin. Piştre 5 girtiyên din birin Îmraliyê. Lê şertê jiyanê bi qasî ku 23 saetan bi tena serê xwe di hucreyê de bimîne amade kirine. Hefteyê 5 rojan û her rojê saetekê dikarin hevdîtin bikin. Ev yek piştî sala 2015’an ji bo girtiyên din ên li Îmraliyê jî xistin meriyetê. Niha li Îmraliyê Brêz Ocalan û 3 girtiyên din dimînin. Her hefteyê tenê 5 rojan û her rojê tenê 1 saetê dikarin hev bibînin. Piştî sala 2015'an tecrîdek pir hişk li Îmraliyê dest pê kir. Di navbera 27'ê Tîrmeha 2011 û 2'ê Gulana 2019'an de bi tu awayî parêzer nekarîbûn biçin Îmraliyê. Hevdîtina malbatan qut kirin. Tecrîda li hundir li derve jî zêde kirin."     'MAFÊ TELEFONÊ LI ÎMRALIYÊ NEXISTIN MERIYETÊ'    Parêzer Ozgur Erol, herî dawî bal kişand ser helwesta Wezareta Dadê û pêvajoya şewba virûsê û wiha got: "Wezareta Dadê di pêvajoya şewba vîrûsê de hevdîtin li malbatên girtiyan qedexe kir. Lê li şûna wê hevdîtinên telefonan di hefteyekê de rerxistin 2 rojan û her carê 10 deqeyan dikarin bi axivin. Lê ev mafê telefonê yê malbat û girtiyan nedan Îmraliyê. Ji bo ev maf bê dayîn me serî li rayedaran da. Lê tenê di 27'ê Nîsanê de Ocalan tenê carekê bi malbatê re bi telefonê axivî. Ji ber vê yekê bi awayekî rêk û pêk li Îmraliyê qutbûna ragihandinê heye. Ev serlêdana me ya AYM'ê ji bo mafê Ocalan ê ragihandinê binpê dikin û ji bo pêkanînên li dijî mafên mirovan û muameleyên xerab bi dawî bibe ye. Divê AYM'ê bi lez vê biryarê bi encam bike. Ger ku AYM daxwazên me pêk nîne em ê serî li DMME'ê bidin."    MA / Berîvan Altan