Ji girtiyan daxuyaniya 14’ê Tîrmehê 2020-07-14 11:17:59 STENBOL – Girtiyan derbarê rojiya mirinê ya 14’ê Tîrmehê de daxuyanî da û bal kişandin ser zextên ku îro zêde bûne û banga ku têkoşîn bi rihê fedaî û û serkeftî yê 14’ê Tîrmehê bê bilind kirin.    Girtiyan, derbarê salvegera 38’emîn a rojiya mirinê ya 14’ê Tîrmehê daxuyanî da. Li gorî nûçeya ku Ajansa Nûçeyan a Firatê derbas kiriye, li ser navê girtiyên PKK û PAJK’ê Denîz Kaya, bal kişandiye ser berxwedana 14’ê Tîrmehê û bertek nîşanî operasyonên li dijî Komeleyan Jinan a Rosayê û Kongreya Civaka Demokratîk (KCD) da. Kaya, banga bilindkirina têkoşînê kir.    ZAROKÊN ŞÊRGELE   Kaya, bal kişand ser têkoşîna Mehmet Hayrî Dûrmûş, Kemal Pîr, Akîf Yilmaz û Alî Çîçek ku di berxwedana rojiya mirinê ya 14’ê Tîrmehê de jiyana xwe ji dest dabûn û ev tişt got: “Zarokên şêrgele yên vê erdnîgariyê gotine, ‘Bi qasî ku di oxira wê de bimirim ji jiyanê hez dikim” û li dijî îxaneta ku li wan hatiye ferzkirin jî gotine, ‘Radestkirin mirov dibe îxanetê û berxwedan jî mirov dibe serkeftinê’. Şervanên azadiya mezin ku bi vê hişmendiyê tevgeriyane berxwedana kirine qewna tirsê ya faşîzmê.”    ‘12’Ê ÎLONÊ DIDOME’   Di berdewamê de Kaya, destnîşan kir ku tifaqa AKP-MHP’ê berdewamkarên darbeya 12’ê Îlonê ne û derbarê wan ev nirxandin kir: “Ji bo çeteyên xwe sererastkirina qanûna înfazê kirin, şertê wekheviyê bin pê kirine û li dijî girtiyên siyasî li girtîgehan êrîş zêde bûne. Bi pandemiyê re tu bergirî nehatin girtin, hevalên me yên girtiyên nexweş nebirine tedawiyê, şehadeta wan çêbû. Tê xwestin ku Tirkiye û Kuristan wergere girtîheke mezin û bi pêkanînên antidemokratik gel bikeve bin kontrola wan û polîtîkayên mêtînkar û qirkirinê bi israr bên berdewamkirin. Operasyonên qirkirina siyasî yên li dijî Komeleyan Jinan a Rosayê û Kongreya Civaka Demokratîk (KCD) û êrîşên li hemberî cenaze û goristanan encama vê polîtîkayê ne.    Kaya, diyar kir ku AKP-MHP li hundir polîtîkaya “faşîzmê” û li derveyî welat jî polîtîkaya “dagirkirinê” dişopîne û divê li dijî êrîşên li ser Şengal, Mexmûr û Heftanînê di bingah yekitiya neteweyî de xwedî li destkeftiyên kurdan bê derketin.    RIHÊ 14’Ê TÎRMEHÊ   Kaya, bi lêv kir ku “Berxwedana Mezin a Girtîgehê ya 14’ê Tîrmehê” hînê wan kiriye ku divê di şertên zor de jî di pratik û sekna şoreşger de jî tavîz neyên dayîn û bal kişand ser ser pergala tecrîdê ya li Îmraliyê û ev tişt anî ziman: “Rihê 14’ê Tîrmehê, di salên 2012-2018-2019’an de careke din bi berxwedana fedaî ya rêhevalên Zulkuf, Ayten, Zehra, Medya, Mahsûn, Sîraç, Yonca, Ûgûr, Umît û Îrfan derket holê.”    Kaya, destnîşan kir ku ji bo Ocalan bigihÎje şertên “azad bijî û bixebite” divê “berxwedana fedaî ya 14’ê Tîrmehê û rihê serkeftinê bê bilindkirin.