TJA'yê operasyonên li ser jinan şermezar kir 2020-07-14 11:31:24 AMED - Tevgera Jinên Azad (TJA), derbarê serdegirtinên malan ên serê vê sibê û binçavkirinan de daxuyanî da û got: "Em vê feraseta dagirker a li ser jinan şermezar dikin.    Tevgera Jinên Azad (TJA), derbarê serdegirtinên malan ên serê vê sibê li Amedê pêk hatin û binçavkirina endamên xwe de daxuyaniyek nivîskî weşand. TJA'yê, diyar kir ku bila her kes û di serî de jî hêzên dagirker êm AKP-MHP vê yekê baş bizanin ku ewê weke jinên TJA'yî tu carî serî li ber wan natewînin û li ber hişmendiya wan a dagirker îtîat nekin.   TJA'yê di dewama daxuyaniya xwe de wiha got: "Di rastiya Tirkiyeyê de, çi di serdema AKP-MHP' ê de,  çi jî di serdemên beriya wan de polîtikayên wan ên dagirkeriyê yek in. Ev polîtîkayên dagirkeriyê, di dema AKP'ê de ji bo jin û mafê jinan deh qatan zêdetir bûn. Di nav van 18 salên serdema AKP'ê de, ji her serdemê zêdetir polîtîkayên pir cure ji bo binpêkirinêm mafê jinan hatine pêşxistin. Ev polîtîkayên AKP’ê yên qirêj bûye sedema bi hezaran girtin, darizandin, kuştin, tacîz û tecawizkirinên jinan.   DIXWAZIN HÊZA CIVAKÊ BIŞKÎNIN    Di vê çarçoveyê de îro serê vê sibê polîsan di ser mala berdevka me ya serdemê Ayşe Gokkan de girtin, berdevka me di serî de bi dehan çalakgerên me binçav kirin  Em vê helwesta hişmendiya dagirker şermezar dikin. Em dizanin ku hêzên dagirker ên AKP-MHP'ê dixwazin di kesayeta jinan de hêza civakî ya polîtîk biçewisîne û bişkîne.   Lê bila her kes û di serî de jî, hêzên dagirker a AKP-MHP vê yekê baş zanibin ku em jinên TJA'yî tu emê carî serî li ber wan natewînin û li ber hişmendiya wan a dagirker stûyê xwe xwar û îtîat nekin. Em jinên TJA'yî biryara xwe ya xûrtkirin û bilindkirina têkoşînê diyar dikin û dibêjin, divê berdevka me ya serdemê Ayşe Gokkan û hemû çalakgerên me tavilê bên berdan.”   NAVÊ JINÊN HATIN BINÇAVKIRIN   TJA’yê di dawiya daxuayniya xwe de navên endamên xwe yên îro hatin binçavkirin wiha rêz kir: "Ayşe Gokkan, Zekîye Guler, Ayşe Gunay, Emîne Kaya, Dîlan Yakut, Fîgen Ektî, Elîf Haran, Rabîa Ateş, Demek Ozkara, Penayîr Çelîk, Halîme Bayram, Ronda Bat, Rozêrîn Çatak, Emîne Kaya,Zeynep Sûncak, Selma Metîn, Têkoşîn Tekîn, Gulşen Dehîş û Rûken Şehîr."