Yuksekdag: Darbeya siyasî didome 2020-07-14 12:03:12   ENQERE – Hevseroka Giştî ya Berê ya HDP’ê Fîgen Yuksekdag, di doza ku girtî jê tê darizandin de parastina xwe kir. Yuksekdag, diyar kir ku darbeya siyasî didome û girtina wan berhema darbeya siyasî ye.    Hevseroka Giştî ya Berê ya HDP’ê Fîgen Yuksekdag, di doza ku girtî jê tê darizandin de li 16’emîn Dadgeha Cezayê Giran a Enqereyê parastina xwe kir. Yuksekdag, ji Girtîgeha Tîpa F a Kandirayê bi rêya SEGBÎS’ê tevlî daneşîna xwe ya 19’emîn bû. Parêzerên Yuksekdag jî li daneşînê amade bûn. Parlamenterên HDP’ê Semra Guzel, Kemal Pekgoz û Mahmût Togrûl jî daneşînê şopandin.     XEBATÊN SIYASÎ KIRINE SÛC   Dosya doza ku li Yuksekdag hatiye vekirin ji 7 fezlekeyan pêk tê. Di dosya ku ji 92 rûpelan pêk tê de ji Yuksekdag re ji 30 salan heta 83 salan ceza tê xwestin. Xebatên siyasî û xebatên di nav Kongreya Civaka Demokratîk (KCD) ên Yuksekdag jê re bûne sûc û ketine nav dosyayê.   ‘EM MEXDÛRÊN DARBEYÊ NE’   Di daneşînê de Yuksekdag mafê axaftinê girt û bi van gotinan parastina xwe kir: “Girtina me berhema darbeya siyasî ye. Darbe hê jî didome. Di ser darbeyê re 4 sal derbas bûn û negihîşt serkeftinê. Em di aborî û jiyana civakî de hê zêdetir bandora vê darbeye dibînin. Derket holê ku herî zêde li pergala hiqûqê hatiye kirin. Em mexdûrên darbeya ku li hiqûqê hatiye kirinin.”