Li Çiyayê Cûdiyê operasyoneke dorfireh 2020-07-14 17:33:59   ŞIRNEX - Li herêma Çiyayê Cûdiyê operasyoneke dorfireh hatiye destpêkirin. Hat diyarkirin ku zêdetirî hezar esker tev li operasyonê bûne û ji hewayê ve jî bi helîkopteran piştgiriya operasyonê tê kirin.    Li herêma Çiyayê Cûdiyê operasyoneke eskerî dest pê kir. Tê diyarkirin zêdetirî hezar esker tev li vê operasyona ku navê “Yıldırım-1 Cudi” lê hatiye kirin, bûne.    Her wiha li herêmê liv û tevgera helîkopteran û SÎHA'yan heye.    Fermandarê Tûgaya Qomando ya Cendirmeyan a Çakirsogutê ya Şirnexê Tûxgeneral Alper Sir, diyar kir ku polîs û esker jî di nav de hezar û 485 personel tev li operasyonê bûne.