KESK: Hevalên me serbest berdin 2020-07-14 20:27:15   AMED - Platforma Şaxên KESK’ê ya Amedê bi daxuyaniyekê binçavkirinên hatin kirin şermezar kir û bang kir ku demildest hevalên wan yên di binçavan de bên berdan.   Platforma Şaxên Konfederasyona Sendîkayên Kedkarên Cemaweriyê (KESK) yên Amedê, bi boneya serdegirtinên malan û binçavkirina jinan ku li Amedê pêk hatin, li xaçerêya Ofîsê ya navçeya Yenîşehîrê daxuyaniyek da. Destpêkê pêkhateyên KESK’ê xwestin li pêş avahiya AZC Plaza'yê daxuyaniyê bidin lê polîsan ne hişt û ew asteng kirin. Li ser vê yekê endamên KESK’ê li xaçerêya Ofîsê daxuyanî dan. Endamên KESK’ê dovîzên ‘Jin Jiyan Azadî’ , ‘Berxwedan Jiyan e’ , ‘Bijî Hevgirtina Jinan’ û ‘Bijî Têkoşîna Jinan’ girtin û pankarta “Em bêdeng nabin, natirsin û îtaat nakin” hilgirtin.   Di daxuyaniyê de destpêkê Hevserokê Şaxa 1’ê ya Egîtîm Senê yê Amedê Sadrettîn Kaya bibîr xist ku îro serê sibê dîsa bi binçavkirinan hişyar bûne û got: “Terorîzekirina daxuyaniya me bi xwe jî nîşan dide ku li vî welatî demokrasi nemaye. Em vê yekê qet qebûl nakin.”   ‘ARMANC JINÊN KURD E'   Piştre Berdevka KESK’ê Esra Ademhan jî got: “Desthilatdarî bi hedefgirtina tevgera jinan, Peymana Stenbolê ya ku destkeftiya jinan e, dike mijara nîqaşê û ji bo faîlên îstîsmara zayendî efûyê tîne rojevê. Bi vê yekê dixwazin jinan di malê de hefs bikin, bi girtina saziyên jinan dengê jinan qût bikin. Ji ber ku jin, ji polîtîkayên AKP’ê re bîat nakin rastî zext, zor, îşkence, sirgûn, binçavkirin û girtinan tên. Bi van êrîşên li ser jinan, bi taybetî armanc jina kurd e. Jinên aktivîst ên kurd her roj tên binçavkirin û zext li wan tê kirin.”   ‘DEST JI PÊKANÎNÊN ANTÎ DEMOKRATÎK BERDIN’   Ademhan, anî ziman ku binçavkirina Rêvebera SES’ê Rozerîn Çatak û endamên BES’ê yên berê Guneş Ozel û Dîlan Yakût li dijî têkoşîna ked û demokrasiyê ya KESK’ê a bi sala ne. Ademhan, destnîşan kir ku desthilatdariya ku dijminatiya jinan dike bila baş bizane ku jin şer, xizanî, qetilkirina jinan û tecawizkirina zarokan naxwaze û wiha berdewam kir: “Li dijî polîtîkayên zext û zoriyê em jin dê bi rik û biryardariyeke mezin têbikoşin. Jin çi qas serbikeve hişmendiya mêr dê winda bike. Em dev ji jiyana demokratîk û destkeftiyên xwe bernadin û em ê li her qadê têbikoşin. Em bang dikin ku dest ji polîtîka û pêkanînên antî demokratîk berdin û hevalên me demildest serbest werin berdan.”   Daxuyanî bi dirûşmeyên ‘Bijî Têkoşîna Jinan’ , ‘Jin Jiyan Azadî’ û ‘Bi zextan em çavtirsandî nabin’ berzkirinê bi dawî bû.