992 kesên din jî bi Covîd-19'ê ketine û 20 kesî jiyana xwe ji dest daye 2020-07-14 20:50:50   NAVENDA NÛÇEYAN - Li Tirkiyeyê di 24 saetên dawî de 992 kesên din jî bi şewba Covîd-19'ê ketine û 20 kesên din jî jiyana xwe ji dest dane.    Wezîrê Tenduristiyê Fahrettîn Koca, daneyên der barê vîrûsa coronayê (Covîd-19) ên 24 saetên dawî de parve kirin.    Li gor daneyên ku Koca parve kirine di 24 saetên dawî de li Tirkiyeyê 20 kesên din jî jiyana xwe ji dest dane û 992 kesên din jî bi şewbê ketine. Bi van daneyên dawî re hejmara kesên heya niha bi şewbê ketine bû 214 hezar û 993 û hejmara kesên heya niha jiyana xwe ji dest dane jî bû 5 hezar û 402.