Gunay: Xeta berxwedanê li Îmraliyê li ser piyan e 2020-07-14 22:16:00 AMED - Berdevka HDP'ê Ebrû Gunay, di şahiya “Hevdîtina Demokrasiyê" de bertek nîşanî operasyon û binçavkirina jinan da û wiha got: "Îro xeta berxwedanê ya ku Kemal, Hayrî û Sakîneyan li Zindana Amedê dabû destpêkirin li Îmraliyê li ser piyan e.    Partiya Demokratîk a Gelan (HDP) di çarçoveya "Bernameya Têkoşîna Demokratîk" de li Amedê Şahiya "Hevdîtina Demokrasiyê" li dar xist. HDP'ê di çarçoveya bernameyê de ji bo bîranina pêşengên PKK'ê Mehmet Hayrî Durmuş, Kemal Pir, Ali Çiçek û Akif Yilmaz ên di 15'ê Tîrmeha 1982'an de li Zindana Amedê li dijî îşkenceyê ketibûn rojiya mirinê û li zindanê jiyana xwe ji dest dan, li pêş Girtîgeha Tîpa E ya Amedê daxuyanî dan çapemeniyê. HDP'ê bi bîranîna kesên di rojiya mirinê de jiyana xwe ji desta dabûn dest bi bernameyê kir. Di bernameyê de parlamenterên HDP'ê û a Berdevka HDP'ê Ebru Günay, Hevserokê KCD'ê Berdan Ozturk, Hevseroka Giştî ya DBP'ê, Saliha Aydeniz, Hevserokê HDP'ê yê berê Sezaî Temelli, Serokê Komeleya 78’an ê Amedê Gani Alkan, Endamê Komeleya Hiquqnasan a ji bo Azadiyê (OHD), Cîgira Hevserokên ESP'ê Beycan Taşkiran û gelek nûner û rêvberên rêxistinên civakî tev li daxuyaniyê bûn.    Di çalakiyê de pankarta “Em bi hevre ji bo mafên mirovan û hiqûqê digêjin hev" û “Em bi hevre" vekirin. Komê bê navber dirûşmeya “Biji berxwedana zindana” berz kirin. Beriya daxuyaniyê bidin, polîsan ketin û derketina girtîgehê bi barikat û maşîneyên zirxî girtin û destûr nedan ku li girse tev li daxuyaniyê bibin.    'ZINDANA AMEDÊ BÛ ŞERÊ VÎNÊ'    Ewil Serokê Komeleya 78'an ê Amedê Gani Alkan, diyar kir ku dareya 12'ê Îlonê ya eskerî li dijî Kurdan hat kirin û wiha got: "Girtîgeha Hêjmar 5 a Amedê ji bo şoreşgeran bû kampa Hîtler a komkirinê. Zindana Amedê ji bo girtiyên kurdan bû şerê vînê û hebûnê. Di vê pêvajoyê de ji bo ev pirsgirêk li Tirkiyeyê dubare nebin, çareseriya pirsgirêka Kurd a bi rêya aştî û demokrasiyê ferz e."    'OCALAN ZÊDEYÎ 20 SALIN JI MAFÊ ZAGONÎ SÛDÊ NAGIRE'    Seroka Şaxa OHD'ê ya Amedê Halise Dakali jî bal kişand ser zagona Pir Baroyi û wiha got: "Bi Pir Baroyî xwestin feraseta perçe bike û bi rêve bibe têxin meriyetê. Bi vê zagonê xwestin mafê parastinê bişkînin û di serî de girtîgehan û tevahiya civakê têxin kontrola xwe. Cihê tecrîda herî giran lê heye Zindana Îmraliye ye. Birêz Ocalan zêdeyi 20 salin ji mafê xwe yê hiqûq û zagonê sûdê nagire. Li girtigehan zagon tên binpêkirin. Ji ber vê yekê girtî dikevin rojiya mirinê. Mînaka vê yekê jî 37 sal berê Mehmet Hayri Durmuş, Ali Çiçek, Kemal Pir û Akif Yılmaz di 14'ê tîreha 1982'an de li vê zindanê dest bi rojiya mirinê kirin û jiyana xwe ji dest dan. Endamên Koma Gurup Yorum Helin Bolek û İbrahim Gokçek ji bo hunera xwe azad pêş bixin ketin rojiya mirinê û jiyana xwe ji dest dan. Parêzer Ebru Timtik û Aytaç Unsal ji bo mafê xwe di rojiya mirinê de ne. Em bang li rayedaran dikin ku mafê girtiyan ên zagonî biparêzin."    ‘HIŞMENDIYA DARBEKAR DI DEWRÊ DE YE'    Hevserokê KCD'ê Berdan Ozturk jî anî ziman ku li dijî cûntaya eskerî girtiyên şoreşger berxwedanek bêhempa nîşan dan û wiha got: "Berxwedana Mazlum Dogan ku bi 3 darikên çiqasê dest pê kir, îro hêj ji bo azadî, aştî û demokrasiyê geş dibe. Li gel hemû sûcên mirovahiyê girtiyên zindanan li ber xwe dan û bi ser ketin. Em ê îro jî bi ser bikevin."    ‘BERXWEDAN LI ÎMRALIYÊ LI SER PIYAN E'    Berdevka Koma HDP'ê Ebru Gunay jî herî dawî axivî û wiha got: "Em îro ji bo heq, hiqûq û edaletê li qadan in. Hayri Durmuş û hevalên xwe yên di rojiya mirinê de li ber xwe dan û jiyana xwe ji dest dan, îro ev berxwedan li Zindana Îmraliyê li ser piyan e. Durmuş li salona dadgehê got "Em ê li dijî faşîzmê mil bidin mil û li ber xwe bidin. Ev bang ji bo îro jî derbasdar e. Faşizm ji deng û ronahiyê ditirse. Em jî ji bo bibin deng û rohahi emê mil bidin milê hev û li ber xwe bidin." Birêz Sakine Cansiz, di destpêka pêvajoya çareseriyê de di 9'ê Çileya 2013'an de li Parîsê hat qetilkirin. Ev kompoya li Sakine Cansiz û hevalên wê hatin kirin îro li aştî, demokrasî û pêşeroja Tirkiyeyê hat kirin. Li xwişk û biratiya gelan hat kirin. Îro şopdarên Sakine yên azadiyê li Amedê bi operasyonekê hatin binçavkirin. Em bang dikin ku bi lez hevalên me berdin. Îro xeta berxwedana ku Kemal û Sakineyan li Zindana Amedê dest pê kir li Îmraliyê li ser piyan e."