Hevşaredara Giyadînê Yaşar şandin girtigehê 2020-07-14 23:10:03   AGIRÎ - Hevşaredara Giyadînê Betul Yaşar ku duh hatibû binçavkirin û bi dû re qeyûm tayinî şûna wê hatibû kirin, hat girtin.    Hevşaredara Şaredariya Giyadînê Betul Yaşar ku duh danê sibehê hatibû binçavkirin û bi dû re qeyûm tayinî şûna wê hatibû kirin, piştî karên li Midûriyeta Emniyetê ya Agiriyê sewqî dozgeriyê hat kirin. Dozgeriyê jî bi daxwaza girtinê Yaşarê sewqî Dadgeheriya Sulyê ya Nobedar kir û dadgeriyê biryara girtina Yaşaraê da.