ROJEVA 15'Ê TÎRMEHA 2020'AN 2020-07-15 09:00:28  Li herêma Şirnexê operasyonên leşkerî  hatin dest pê kirin heta niha xweza bi zirareke mezin re rû bi rû ye. Li gelî  şewat û birina daran a ku bi destê leşker û cerdevanan pêk tê aktîvîstê MEH’ê Selman Karasu nirxand. Karasu,anî ziman ku bi tunekirina xwezayê civakê qirkirinê de derbas dikin  û got:” Bêgûman daristanên ku tên şewitandin herî zêde mirovan bandor dike. Zeviyên wan, pezê wan û malên wan di nav şewatê de dimînin.  Ji nêçariya xwe ji warên xwe koçber dibin. Ji ber wê jî pêşiya qirkirineke  civakî vedikin. Ji xwe bi van êrîşan armanc dikin ku têkîliya  mirov a bi   xwezayê re  qut bikin.” *  Şanoyên taybet ku ji ber di pêvajoya şewba vîrûsê de salonên xwe girtin, niha ji ber bacê didin dewletê rojên dijwar dijîn. Lîstikvanê Şanoya Bajar a Amedê Yavuz Akkuzu anî ziman ku li ewropa baca şano ji sedî 5 e, lê li Tirkiyeyê ji sedî 30 e û xwest baca didin dewletê kêm bikin.    * DEDAŞ'a ku dest datîne ser desteka çandiniyê, fatûreyan li erdên ku ceryana wan tuneye diber û fatûreyan zêde dibire, ji bo qutkirina ceryanê alîkarî ji Qeymeqamtiya Heranê xwest. Cotkar Zekerita Araboga ku fatûreya wî 115 hezar TL hatiye got: "Ne DEDAŞ e, teror e."    * Berdevka Meclîsa Jina ya HDP'ê Ayşe Acar Başaran, diyar kir ku li Dersimê li ser jinên ciwan polîtîkayên taybet tên meşandin û got: "Heger dilê wan û dîtina Gulîstanê hebe, ne 7 meha dikarin di nav saetekê de jî bibînin."    *  Ekolojîst Ertûgrûl Barka ji Heskîfa di bin avê de hat hiştin diyar kir ku bi vî awayî armanc tunekirina bîra çandî ye û got: "Şaristaniyek, ji bo bendaveke 50 salan hat tunekirin."   * Dîlaver Keklîk ku piştî 27 salan hat berdan, anî ziman ku eskerê ku di bin çavan de îşkence lê kiribû li dadgehê jî dadgertî kiriye.    * HDP, tê rapora têkildarî şewba vîrûsê amade kiriye li Navenda Giştî ya HDP'ê aşkere bike. (11.30)   * Rêxistina HDP'ê dê di çarçoveya "Hevdîtina Demokrasiyê" de li pêş avahiya HDP'ê ya Stenbolê daxuyaniyê bide çapemeniyê. (12.00)