Hawirdorparêz Karasû: Xweza bi operasyonên eskerî wêran dibe 2020-07-15 09:11:35 ŞIRNEX - Li herêma Şirnexê ji ber operasyonên eskerî zêde dibin xweza jî zerarê dibîne. Esker û cerdevanên derdikevin operasyonê daran dibirin û zerarê didin xwezayê. Aktîvîstê MEH’ê Selman Karasu diyar kir ku bi tunekirina xwezayê re civakê jî qir dikin û û got: "Şewitandina daristanê bandorê zêde li ser mirovan dike. Nêçar dibin koç bikin. Bi operasyonan armanc dikin ku têkîliya  mirov a bi   xwezayê re  qut bikin.” Hêzên Çekdar ên Tirk (TSK) li herêmê operasyonên eskerî didomînin. Piştî operasyonê bi hevkariya esker û cerdevanan, li qada sedan hekdar dar hatin birin û daristan hatin şewitandin.  Eskerên derdikevin operasyonê herî zêde zerarê didin xwezayê. Di encamên bombebarana balafiran de herî zêde daristan dişewite. Li dijî van operasyonan bertekên civakê û derdorparêzan jî zêde dibe. Aktîvîstê Tevgera Hawirdorê ya Mezopotamyayê (MEH)  Selman Karasu  texrîbata xwezayê ya bi destê leşkeran pêk tê nirxand. Karasu, diyar kir ku ji avakirina Komaraya Tirkiyeyê heta niha li ser navê ‘Ewlehiyê’ daristan tên şewitandin û wiha axivî: “Qirkirina xwezayî ya ku bi destê eskeran pêk tê  di dîrokê de heta îro didome. Kijan cara şer zêde bûye wekî perçeyek konsepta şer, êrîşî xwezayê dikin. Qirkirina xwezayê bûye perçeyekî şer. Bi pêvajoya şer a 2015’an şewatên daristanan jî dest pê kir. Li Lîce, Çewlîg, Bagok, Cudî û Dersîmê bi  hezaran hektar qada daristanê şewitandin. Daristan bi tunebûnê re rû bi rû ma. Van qadan her sal bombe dikin û dişewitînin. Operasyonên eskerî xwezayê dikuje.”    Karasu, destnîşan kir ku li herêmê qedexekirî daristan tê şewitandin û bi hinceta qedexe ye destûr nadin welatî şewatê vemirînin û got: "Ji aliyê hawirdorparêzan ve li van deran lêkolîn nehatin kirin. Ji ber ku qadên ‘Ewlehiyê yên taybet’ tên îlan kirin mirov nikare lêkolîn bike. Em li gel heyetek Ewropa ku parlamenter jî di navde hebûn, di sala 2015'an de li Licê piştî şewatê çûbûn cihê bûyerê û me lêkolîn kiribû. Piştî wê rojê firsendek wisa çêne bû. Hem nehiştin em lêkolîn bikin hem jî nehiştin em biçin qadên şewatê. Di 5 salên dawî de nayê zanîn ku çiqas qad hatin şewitandin. Lê bi hezaran  hektar hatin şewitandin."   ‘ARMANC DIKIN KU TÊKILIYA MIROV BI  XWEZAYÊ RE QUT BIKIN’   Karasu, bal kişand ser armanca talankirina xwezayê û wiha domand: "Dar û daristan dewlemendiya gerdûnê ye. Avabûna xwezayê li ser darane û her darek daristaneke. Ji ber wê ji tişta ku pêk tê qirkirina xwezayê ye. Tenê bi birin û şewitandina  dareke daristanek tê qetilkirin. Di gerdûnê de qadên herî bingehîn daristanin. Dabeşkirina van deveran encamên pir xirabe bi xwe re tîne. Mînak ax ziwa dibe û xweza nefesê nastîne. Şewata daristanê herî zêde bandorê li mirov dike. Zeviyên wan, pezê wan û malên wan di nav şewatê de dimînin. Ji nêçarî koçber dibin. Ev yek rê li pêş qirkirina civakî vedike. Bi van êrîşan armanc dikin ku têkîliya mirov û xwezayê qut bikin.”    ‘FELAKETÊN PÊK TÊN BI TUNEKIRINA XWEZAYÊ VE GIRÊDAYÎ YE’   Karasu, di berdewama axaftina xwe de bal kişand ser sedema felaketên heyî û got: "Xweza her tim xwe diguherîne û zindî dike. Heger em mudexele xwezayê nekin ew bi domdare. Lê operasyonên leşkerî  jî yek ji van mudexeleyane. Şer ekolojiyê wêran û tune dike. Şewitandina daristanan, avakirina qadên eskerî, çêkirina bendavan rê li pêşiya tune kirina xwezayê vedike. Em encamên van jî dibinin. Li Mêrdînê qutbûna avê li gel qirkirina xwezayê dest pê kir.  Kareseta lehiyê ku li navçeya Erdîşê çêbû, em dikarin ji derveyî bendevan binirxînin? Sedemên felaketên ku çêdibin, tunekirina xwezaya ve girêdayiye."   ‘HEGER EM ÎRO XWEDÎ LI XWEZAYÊ DERNEKEVIN EM DERENG DIMÎNIN'    Karasu, herî dawî bang li herkesî kir ku li dijî talankirina xwezayê bi berpirsyarî tevbigerin û got: "Bi texrîb kirina xwezayê me jî  bi qirkirineke bîrdozî re rû bi rû dihêlin. Ji ber vê yekê pêşî li girtina qirkirina xwezayê divê bi vê zanebûnê de  be. Divê li dijî talankirina xwezayê têkoşînek çalak û bi bandor bê dayîn. Gotina ‘Dest nede dara min, çemê min’ kêm e. Dijberî wê em bibêjîn ‘Dest nede erdnîgariya min û jiyana min’ Divê em vê dirûşmeyê esas bigirin û biparêzîn. Ev ne tenê berpirsyarî û pirsgirîka  parazvanên xwezayê ye. Ev êrîşe hemû li dijî perçekirina qadên me yên jiyanî ne. Divê em destûr nedidîn vê qirkirinê. Em îro xwedî li xwezayê  dernekevîn, em dereng dimînin. Em hemû ji talankirin û tunekirina xwezayê berpirsyarîn. Ne tenê kesên ku li herêmê dijîn, divê her  welatiyek xwe ji vê qirkirinê berpirsyar bibine. Ev tişta ku pêk tê polîtîqayên qirkirinê ne. Ji bo parastina xwezayê divê em xwe  ji refleksên lawaz dur bikin. Bi awayeke werek nêz bibîn û nîqaş bikin. Dema ku em bi hêstiyarî tevgeriyan em ê serbikevin û jiyan wê serbikeve.”    MA / Zeynep Tûrgût