‘Heger bixwazin dikarin di nav saetekê de jî Gulistanê bibînin' 2020-07-15 09:12:33 DERSIM - Berdevka Meclîsa Jina ya HDP'ê Ayşe Acar Başaran, diyar kir ku li Dersimê li ser jinên ciwan polîtîkayên taybet tên meşandin û got: "Heger dilê wan û dîtina Gulîstanê hebe, ne 7 meha dikarin di nav saetekê de jî bibînin."  Xwendekara Zanîngeha Mûnzûrê Gulîstan Dokû ya 21 salî ji 5'ê Çileyê vê winda ye. Wezareta Karên Navxweyî xebatên ji bo dîtina Dokûyê dan sekinandin û 7 meh in dosyeya lêpirsînê jî wek xwe yê berê ye. Li gel vê bertek û nerazîbûnên rêxistinên jinan jî didomin. Berdevka Meclîsa Jina ya HDP'ê Ayşe Acara Başaran, destnîşan kir li bajêr polîtîlayên taybet tên meşandin.    Başaran, anî ziman ku Dersim bi dîroka xwe, bi xwezaya xwe, bi çand û baweriya xwe bajarekî cuda ye û got, îqtidar li Dersimê polîtîkayeke taybet pêk tîne. Başaran, destnîşan kir ku jinn ciwan ji siyasetê û qadên polîtîk tên dûrxistin û îqtidar dixwaze wan di nav siyaseta xwe de bimehîne. Başaran, got: "Li gor agahiyên ku esnafan da ye me, a rast li bajêr êrîşeke piralî heye. Gulîstan, jineke ciwan bû. Winda nebû, hat windakirin. Windabûna Gulîstanê, ji bo me tiştekî ku ji bo wê têkoşîn divê. Lê belê em baş dizanin ku bi vê re peyameke alûke jî didin jina. Em dibînin ku li Dersimê li ser hemû qadên jinê êrîş hene. Di şexsê Gulîstanê de azadiya jinê bi êrîşan re rû bi rû ye. Çimkî piştî Gulîstanê li Dersimê gelek jnên ciwan xwe di ewlehiyê de hîs nakin."    'ZÊDEBÛNA ŞIDETÊ, AWAYÊ ŞER'    Başaran, destnîşan kir ku li bajarekî ku kuçe û kolanên wê bi tevahî bi kamerayên mobeseyê tên kontrolkirin 7 meh in Dokûyê xeber nayê stendin û got, ev ne tiştekî tesadufî ye. Başaran, diyar kir ku Dersimê ne ew bajar bû ku bi cinayetên jina, bi şidetê bibe rojev lê ji ber siyaseta heyî şideta li bajêr pir zêde bûye û got: "Ev girêdyî awayê şer re jî. Nêzîkatiyeke ku nêçîrvaniyê serbest dike, êrîşê dibe ser xweza û baweriya bajêr. Di nav ciwanan de tiryak zêde bûye. Ev hemû êrîş in."    'HEGER BIXWAZIN DIKARIN DI NAV SAETEKÊ DE BIBÎNIN'    Başaran, destnîşan kir ku meseleya windakirina Dokûyê tê wateya deşîferekirina polîtîkaya îqtidarê ya li Dersimê û got: "Tişta hatiye serê Gulîstanê tê serê gelek jinan. Em bi çîroka gelek jinan dizanin ku daxilî nav hin tiştan hatine kirin û jiyana wan hatiye tarûmarkirin. Gelek jê di çapemeniyê de derketin. Lê heger bixwazin Gulîstanê bibînin ne 7 meh, dikarin di nav saetekê de bibînin. Bi taybetî jî me dît ku ji bo sergirtina meselê çawa tev geriyane. Ji xwe rewşa sergumanbar Zaînal Abarakov, şik û gumanên mezin di xwe de dihewîne. Bavê wî polîs e û ne telefona wî hat desteserkirin ne jî hat binçavkirin. Zûzûka reviya, tu tevdîr nehatin girtin. Em di sedsala 21'ê de ne lê îqtidar windakirina jinekê ji xwe re nake xem. Belkî jî ji ber ku kurd e, nake xem. Wekî ku lê digerin tev digerin, lê di asasê xwe de tiştekî nakin. Heya Gulîstan bê dîtin em ê şopdarê vê bûyerê bin. Em ê nehêlin tiştên wiha bikin tiştên asayî."    MA / Ayşe Surme