Piştî 27 salan hat berdan: Eskerê ez îşkence kirim, dadgerê dadgehê bû 2020-07-15 09:13:46 ÎZMÎR - Dîlaver Keklîk ku piştî 27 salan hat berdan, anî ziman ku eskerê ku di bin çavan de îşkence lê kiribû li dadgehê jî dadgertî kiriye.  Dîlaver Keklîk ê 61 salî piştî 27 salan, di 7'ê Tîrmehê de ji Girtîgeha Tîpa T a Odemîşê derket. Keklîk, di sala 1993'yan de bi îdiaya "endamtiya rêxistinê" hatibû girtin û cezayê miebedê lê hatibû birîn. Piştî Keklîk îtiraz kiribû cezayê wî hatibû xerakirin, lê belê Dadgeha Ewlehiyê ya Dewletê ya Îzmîrê di darizandina nû de jî heman ceza li Keklîk birîbû. Li ser vê parêzera Keklîk Turkan Agaç dosye ji Dadgeha Mafên Mirovan a Ewropayê (DMME) re şandibû. DMME'yê jî di 6'ê Tîrmeha 2006'an de biryara xwe aşkere kiribû û gotibû xala 6'an a Peymana Parastina Mafên Mirovan û Azadiyê hatiye binpêkirin.    Piştî biryara DMME'yê Keklîk ji bo cardin bê darizandin serî li Dadgeha Cezayê Giran a 8'an a Îzmîrê da. Lê belê dadgehê îtiraza Keklîk red kir. Parêzer Agaç, vê carê serî li Komîteya Wezaretan a Konseya Ewropayê da û gilî kir. Piştî vê dadgeha herêmî cezayê ku li Keklîk hatibû birîn xera kir. Dadgehê di 7'ê Tîrmehê de bi şertê "hepsa malê" û "qedexekirina derketina derveyî welat" biryara berdana Keklîk da. Danişîna dozê ya din wê di 11'ê Mijdarê de pêk bê.    Keklîk ku piştî 27 salan hat berdan, behsa pêvajoya xwe ya dema girtinê û pêvajoya di girtîgehê de kir.    HEM ÎŞKENCEKAR HEM DADGER!    Keklîk, pêşî behsa dema xwe ya binçavkirinê kir. Keklîk, anî ziman ku di bin çavan de 15 rojan hatiye îşkencekirin û bi dû re kaxezek pê dane îmzekirin û wî birine dozgeriyê. Keklîk, got: "Wexta çûm cem dozger min fêm kir ku kaxeza bi me dane îmzekirin îdianameya me ye. Yanî me fermana xwe bi destê xwe îmze kiribû. Esker ku li wir ez îşkence kirim, li dadgehê dadger bû. Wê demê carekê banda li se rçavê min vebûbû, min wê çaxê ew dîtibû. Bi dû re wexta min dît li dadgehê dadger e, ji min pirsî ku ez kî me. Yanî ê ez îşkence kirim û ê ez darizandim heman kes bûn. Me xwest ev yek di girtekan de bê bicihkirin. Lê qebûl nekirin. Wê demê tu hikmê gotina me tunebû. Îfadeya ku me di îşkenceyê de dabû û tiştên ku şaxa siyasî li gor xwe rast kiribûn, bûn îdianameya me. Dadgehê jî di ser wan îdianameyan re em darizandin û biryar da."    BERXWEDANA LI GIRTÎGEHAN    Keklîk, diyar kir ku wexta hatiye girtin ewilî wî birine Girtîgeha Bûcayê û du salan li wir maye û bi dû re wî birine Aydin, Bolû û Kiriklarê. Keklîk, anî ziman ku li girtîgehan berxwedanek pir mezin hebûye û got: "Hevalên me yên di girtîgehê de tenê daxwazek wan heye, ew jî demokratîkbûn û azadîbûna Tirkiyeyê ye. Dîsa jî mafên bingehîn ên di qanûna bingehîn de wekî îşkenceyê dan ber me. Lê dîsa hevalên me tu carî ji rûmet û helwesta xwe tawîz nedan. Ev berxwedan hê jî didome."    Keklîk, destnîşan kir ku divê girtî bi tenê neyên hiştin û got, piştî hewldana darbeyê ya 15'ê Tîrmeha 2016'an li girtîgehan binpêkirina mafan pir zêde bûye. Keklîk, bilêv kir ku mafê wan ê nûçewergirtinê jî hatiye binpêkirin û got. "Radyo û rojname nedan. saeta hevdîtinê kirin 40 deqe." Keklîk, diyar kir ku serlêdan û îtrazên wan ên ji bo van binpêkirinan hemû hatine redkirin.   DI QAWÎŞEKÊ DE 18 KES    Keklîk, anî ziman ku bi pêvajoya şewba Covîd-19'ê re binpêkirina mafan pir zêde bûye û got, li dijî şewbê tu tevdîr jî nehatine girtin. Keklîk, diyar kir ku tam 4 mehan ew nebirine revîrê û got: "Em nehatin muayenekirin. Dezenfektan nedidan. Em 18 kes di qawîşekê de diman. Wexta em rûdiniştin milên me li hev diketin. Yanî navbera fizîkî tunebû. Ji ber vê em emcbûr man xwe bi xwe tevdîrên xwe bigirin. Me paqijiya xwe dikir. Me her hefte derî û paceyên xwe paqij dikir. Gardiyan û personelên girtîgehê yên ji derve dhatin maske bi ka rnedianîn. Gardiyan di dema jimariyê de dihatin hundir û dest didan hin ciyan. Her wiha kargoyên dihatin jî pir dereng didan. Girtîgehê li gor xwe pergaalek çêkiribû." Keklîk, destnîşan kir ku bi şewbê re hatine tecrîdkirin û got, di vê pêvajoyê de çalakiyên wan ên wekî spor û atolyeyê jî hatibûn qedexekirin.    ‘NEHATIN TESTKIRIN'    Keklîk, bibîr xist ku ji ber vîrûsê hevdîtin jî hatibûnq edexekirin û got, piştî pêvajoya "asayîbûnê" hevdîtina girtî mehê carejê dihat kirin û herî zêde kesek karibû ji bo hevdîtinê bê girtîgehê. Her wiha Keklîk, diyar kir ku li dijî şewbê qet testa wan nehatiye kirin. Keklîk, got: "Kesî nizanibû ka girtî nexweş ketine yan na. Beriya şewbê li Girtîgeha Odemîşê gelek hevalên me nerihet bûn. Ez jî enrihet bûm. Canê me disincirî, kuxika me hebû û qirika me diêşiya. Lê bi dû re wexta me di televîzyonê de dît ku vîrûsa coronayê heye, me got hebe tunebe a me şewb bi xwe bûye."    Keklîk, destnîşan kir ku heger xwedî li girtiyan bêd erketin wê zext û zoriyên li girtîgehan bi dawî bibin.    MA / Esra Solîn Dal