Hevşaredar Demîr: Dê di hilbijartinê de nikaribin namzet derxin 2020-07-15 10:21:08 AGIRÎ - Hevşaredarê Giyadînê Evren Demîr, ku qeyûm tayînî şûna wî hat kirin, diyar kir ku hişê qeyûm hişê talanî nelirêtiyê ye û wiha got: "Dê bi vî hişê xwe êdî nikaribin di hilibjartinek din de namzet jî derxin."  Partiya Demokratîk a Gelan  (HDP) di hilbijartina 31'ê Adara 2019'an de li Navçeya Giyadînê ya Agiriyê ji sedî 58 deng stend û hilbijartin bi dest xist. Betul Yaşar û Evren Demîr wekî Hevşaredarên Giyadinê hatin hilbijartin. Lê Wezareta Karên Hundir qeyûm tayînî şûna wan kir. Piştî qeyûm tayîn kirin, polîsan Hevşaredar Betul Yaşar li malê binçav kirin û di 14'ê Tîrmehê de şandin girtîgehê. Hevşaredarê Giyadînê Evren Demîr ku qeyûm tayînî şûna wî hat kirin bertek nîşanî tayînkirina qeyûm û girtina Hevşaredar Betul Yaşar da û got: "Em di hilbijartina rêveberiyên herêmî de bi vîna gel bûn hevşaredar. Qeyûmê beriya niha şaredarî di deynan de hiştibû. Dema me şaredarî dewir girt, hemû alav û amurên şaredariyê yên xizmetê peritandibûn. Li gel hemû zor û zahmetiyan dîsa me hewl da xizmetê bidin gel. Me dest bi çend projeyan kir. Me heta niha yek nelirêtî jî nekiriye. Lê bi tayînkirina qeyûm em carek din bi ruyê faşîzma îqtîdara AKP- MHP'ê re rû bi rû man. Ev hişmendî teqez dê nikaribe xizmeta gel bike. Tu hincet û sedema hiqûqî ya binçavkirin û girtina hevşaredara me tune ye. Girtin li dijî hiqûqê ye."    'DÊ NIKARIBIN NAMZET DERDXIN'    Demîr, anî ziman ku piştî hatin ser kar 4 milyon TL deynê şaredariyê dan û wiha got: "Piştî em hatin ser kar tenê di mazotê de me 40 hezar TL tasarruf  kir. Ev pere ket qasa şaredariyê. Hemû hatin û lêçûna me her tişt zelal û aşkere ye. Lê wan ev yek tehamul nekir. Hişê qeyûm teqez ne hişê xizmetê ye. Hişê wan talankirin, wêrankirin, nelirêtî û dizî ye. Em bi xwe bûn şahidê vê yekê. Ji ber vê yekê di hilbijartinek din de dê nazmet jî nikaribin derxin. Ez bawer nakim ku li Giyadinê namzetekî derxin. Gel dê dîsa wan paşve bişîne. Şaredarî ji bo me ne tenê avahî ye. Em ê her tim di nava gelê xwe de bin."