Zagona 'Pir Baroyî' xistin meriyetê 2020-07-15 10:40:11 ENQERE - Zagona "Pir Baroyî" ku AKP û MHP'ê anîn rojeva meclîsê û di meclîsê re derbas kirin, di Rojnameya Fermî de hat weşandin.    Zagona Pir Baroyî ku AKP-MHP’ê anî rojeva meclîsê û di meclîsê re derbas kirin, di Rojnameya Fermî de hat weşandin. Bi vê yekê ev zagon ket meriyê û dê pergala Pir Baroyi têkeve meriyetê. 28 xalên zagona Pir Baroyî di Rojnameya Fermî de hat weşandin. Bi vê yekê li bajarên ku hêjmara parêzeran zêdeyî 5 hezaran be, dê karibin bi 2 hezar parêzaran baroyek din jî ava bikin. Bi vê yekê li Stenbol, Enqere û Îzmirê karibin pir baroyî ava bikin.