Ozyîgît ê 75 salî ku 29 salin girtî ye di hucreya yek kesî de dimîne 2020-07-15 11:35:16 ŞIRNEX - Girtiyê nexweş Ramazan Ozyîgît ê 75 salî ku 29 salin girtî ye û 7 caran emeliyat bûye, di yek hucreyê de tê girtin û jiyana wî di rîskê de ye. Hevjîna Ozyîgît Şerîfe Ozyîgît diyar kir ku nexweşiyên Ramazan zêde dibin û xwest demildest bê berdan û got: "Ji encamên neyînî dewlet berpirsyare. Em naxwazin cenaze ji girtîgehê derekve."  Li Tirkiyeyê ji ber her roj zêdeyî hezar mirov bi vîrûsa corona dikevin û zêdeyî 20 kes bi vîrûsê dimirin, li girtîgehan jiyana girtiyan jî dixe bin rîskek mezin. Li gorî daneyên fermî heta niha li Tirkiyeyê 214 hezar û 993 mirov bi vîrûsê ketin û 5 hezar û 402 kesan jiyana xwe ji dest dan. Ji ber vîrûsê girtîgeh di rîskê dene. Li gorî raporên Komeleya Mafê Mirovan (ÎHD), di girtîgehan de 457 jê giran hezar û 333 girtiyên nexweş hene. Ji 2019'an heta niha bi giştî 50 girtiyan jiyana xwe ji dest dane. Yek ji girtiyê nexweş jî Ramazan Ozyîgît ê 75 salî ye. Ozgîyît  29 salin girtî ye û niha li Girtîgeha Ewlekariya Bilind a Wanê ye. Ozyîgît, di sala 1991’an de  bi îdiaya ‘Endamê rêxistinê’ hate girtin û heta niha 8 caran ji girtîgehan hatiye sirgûnkirin. Ji ber nexweşiyên xwe 7 caran hatiye emelîyatkirin. Ozyîgît, niha di  hûcreyê de dimîne û nikare bi tena serê xwe bijî.   KALÊ 75 SALÎ DI HUCREYÊ DE DIGIRIN   Hevjîna Ozyîgît Şerîfe Ozyîgît ba kişand ser rewşa hevjînê xwe û got: “Di malê de ser karê xwe bû. Bi bêbextiyan hat girtin. Dema ku hatî girtin, zarokên min biçûk bûn. 29 salin  bêqanûnî girtî ye. Nexweşe û nikare di girtîgehê de bimîne. Heta niha heft caran emelîyat bû. Bi nexweşiyên kronîk e. Raporên ku 'Nikare li girtîgehê bimîne’ hene. Ligel raporê nayê berdan. Deng naçe wî. Gelek nexweşî pêre hene. Mirovekî 75 salî û nexweş nikare di şertên girtîgehê de bijî. Her tim radikin nexweşxaneyê. Di hûcreyê de tê girtin.”   ‘29 SALIN EM LI BER DERIYÊ GIRTÎGEHAN IN'   Ozyîgît, bal kişand ser nexweşiyên hevjînê xwe û wiha lê zêde kir: "Nexweşiya şekir, dil, tansîyon û gurçîkan pêre heye. Divê xwarina li girtîgehê nexwe. Nexweşe û nikare her xwarinekê bixwe. Tevî hemû daxwazên wî rêveberiya girtîgehê xwarinanan naguherîne. Di her hevdîtinê de dibêje 'Xwarina me bê xwê ye, bê rûne ez nikarim bixwem’. Şertên girtîgehê bêtir nexweşiyê zêde dike. Mirovê saxlem jî nikare lê bimîne. Nexweş dê çawa bimîne? Heta niha sirgûnî gelek girtîgehan kirine. Ji Erzûrûmê heta Îskendûre li gelek girtîgehan maye. 29 sal in em li ber deriyên girtîgehan in. Gelo kaleke  75 salî wê  zirareke çawa bide dewletê? Ji ber ku derfetên me  ninin, em nikarin biçîn hevdîtinan. Nêzî salekê ye neçûme hevdîtinê. Ji ber vîrûsê parezer jî nikarin biçin. Rewşa wî ya dawî  çawa ye nizanim. Pere tune ye ku em jê re derman bikirin.”   ‘BILA DEMILDEST BÊ BERDAN'    Ozyîgît, herî dawî xwest hevserê wê demildest bê berdan û got: “Nexweşe û rewşa wî girane. Divê demildest bê berdan. Heger neyê berdan nikare li girtîgehê bijî. Ji encamên neyînî dewlet berpirsyare. Em naxwazin di girtîgehê de bimire. Bila girtiyên nexweş û kesên ku rewşa wan xetere ye bên berdan.”   MA / Zeynep Tûrgût