Ji TTB’ê hişyariya bahorê 2020-07-15 12:47:00   ENQERE - TTB'ê li dijî nexweşiya bahorê (influenza/grîp) ku di demsala payîzê de zêde dibe rayedar û welatî hişyar kir û xwest ji niha de malzemeyên wekî derman, derziyan temîn bikin.    Yekîtiya Tabîban a Tirk (TTB), ji bo tedbîrên li dijî nexweşiya bahorê (influenza/grip) ku bi taybetî di demsala payizê de zêde dibe  daxuyaniyek nivîskî weşand. TTB'ê diyar kir ku nexweşiya Bahor (înfluenza) bi taybetî her sal di demsala payizê de zêde dibe û li Kureya Bakur a cîhanê her sal bi milyonan mirov bi vê nexweşiyê dikeve. TTB'ê da zanîn ku her sal ji ber vê nexweşiyê nêzî 500 hezar mirov dimire û wiha got: "Nexweşiya influenza wekî vîrûsa corona (Covid-19) e. Nîşaneyên wan dişibin hev. TTB, bang li rayedar û welatiyan kir û xwest ji niha de tedbîrên derman, derzî û melzemeyên parastinê temîn bikin. TTB'ê xwest her kes tetbîrên xwe yên tekakesiyê bigire û li dijî vê nexweşiyê bê pere derzî bê kirin.