Kirîna teker jî di nav hinceta tayînkrina qeyûm de heye! 2020-07-15 13:12:50   AGIRÎ – Hincetên girtina Hevşaredara Giyadînê Betûl Yaşar ku ji peywirê hat girtin û qeyûm tayînî şûna wê hat kirin; ji şaredariyê re kirin tekeran, temîrkirina wesayîtan, girtina kar û tevlîbûna kongreya partiya wê HDP’ê.   Di nav sûcên li Hevşaredara Giyadînê Betûl Yaşar ku bi ser mala wê de hat girtin û piştî ku derket dadgehê hat girtin û qeyûm tayînî şûna wê hat kirin, hatine bar kirin de “Ji şaredariyê re kirîna tekeran, tevlîbûna Newrozê, rêzgirtina di kongreya HDP’ê de, girtina kar û hevserokatî” hene.    KIRÎNA TEKERAN SÛC E    Sûcdariya herî bi sosrat a ku li Yaşar hatiye barkirin, kirîna tekeran a ji bo şaredariyê ye. Hem li emniyetê hem jî li dozgeriyê, pîvana kirîna tekeran ji şîrketan ji Yaşar hatiye pirsîn. Yaşar, di bersiva xwe ya vê derbarê de gotiye ku li Giyadînê tenê şîrket terkeran bi fatora difiroşin û ji ber vê yekê bi dorê ji her dû şîrketan jî tekeran dikirin û ji şîrketên ku bi fatore tekeran nafiroşin tekeran nekirîne.    'ÇIMA TE RÊZ GIRTÎ YE?   Dozgerî, tevlîbûna Yaşar kongreya partiya wê HDP’ê weke sûc kir dosyayê. Dozgeriyê, weke sûc pirsa ku çima di kongreya partiya xwe ya di 9’ê çileya 2020’an de rêz girtî ye ji Yaşar kir.    ANGAŞTÊN GIRTINA KAR   Dîsa dozgeriyê, pirsa ku kesên girtina kar çawa girtine û kî ne ji Yaşar kiriye. Yaşar vê pirsê wiha bersivandiye: “Ev kes dema hatin girtin, ji ÎŞKÛR’ê re îlan hat şandin. Ji bo nirxandina serlêdanan komîsyonek hat avakirin. Li gorî encama mulakata ku hat kirin, ev kes hatin girtin. Têkildarkirina rêxistinekê ya van kesan ne rast e. Derbarê kesekî ku me girtiye kar de tê gotin ku “Bavê wî endamê rêxistinê ye”. Lê apê vî kesî endamê meclisa şaredariyê yê AKP’î ye.”   Li dozgerî û dadgeriyê, pêkanîna hevşaredariyê û tevlîbûna Newrozê jî ji Yaşar hatiye pirsîn. Dadgeriyê li gel van angaştan jî tevdîra kontrola edlî ji bo Yaşar bes nedît û biryara girtina wê da.