23 jin 2 roj in di binçavan de ne 2020-07-15 13:38:18   AMED – Li Amedê 23 jinên bi hêceta beşdarî çalakî û şahiyan bûne hatine binçavkirin 2 roj in li Miduriyeta Polîsan a Amedê tên ragirtin.    Di çarçoveya lêpirsîna Serdozgeriya Komarê ya Amedê de derbarê 33 kesan de biryara girtinê hat derxistin. Ji van 33 kesan 23 jin duh hatibûn binçavkirin. Berdevka Platforma Rojnamevanên Jin a Mezopotamya û edîtora JinNews’ê Ayşe Guney, Berdevka Tevgera Jinên Azad (TJA) Ayşe Gokkan û Hayriye Turkekul Demîr a 70 salî jî di nav de 23 jin bi hêceta beşdarî çalakî û şahiyan bûne û beyanên şahidan li ser wan hene hatine binçavkirin. Hat diyarkirin ku biryara nepeniyê danîne ser dosyeyên van 23 kesan û du roj in li Miduriyeta Polîsan a Amedê tên ragirtin. Ji ber vê biryara nepeniyê ya li ser dosyeyan jî agahiyên derbarê lêpirsînê de nedan parêzeran.    NAVÊ BINÇAVKIRIYAN    Navê 23 jinên hatine binçavkirin wiha ne: Berdevka Platforma Rojnamevanên Jin a Mezopotamya û edîtora JinNews’ê Ayşe Guney, Berdevka Tevgera Jinên Azad (TJA) Ayşe Gokkan, Hayriye Turkekul a 70 salî, Hevseroka MED TUHAD-FED’ê Elîf Haran, endama Komeleya Piştevaniyê ya Malbatên Girtiyan  (TUAY-DER) Rabîa Ataş, endamên Meclîsa Şaredariya Rezan Panayir Çelîk û Halîme Bayram, endamên Meclîsa Şaredariya Yenîşehîrê Gulşen Guneş û Ronda Bat, Hevseroka HDP’ê ya Yenîşehîrê ya berê Demet Ozkaran, rêvebera Sendîkaya SES’ê Rozerîn Çatak, Hevseroka HDP’ê ya Navçeya Peyasê Besîle Narîn, Hevseroka HDP’ê ya Navçeya Sûrê Hatûn Yildiz, rêveberên berê yên Sendîkaya Kedkarên Buroyê Dîlan Yakût û Guneş Ozel, aktîvîstên TJA’yê Zekiye Guler, Fîgen Ektî, Emîne Kaya, Zeynep Suncak, Selma Metîn, Rûken Şehîr, Hasret Alp, Şukran Tamîr.