HDP’a Stenbolê ji bo ‘Hevdîtinên Demokrasiyê’ banga beşdariyê kir 2020-07-15 14:09:17   STENBOL – HDP’a Stenbolê ji bo “Hevdîtinên Demokrasiyê” banga beşdariyê kir.    Rêxistina HDP’ê ya Stenbolê têkildarî “Hevdîtinên Demokrasiyê” civîna çapemeniyê li avahiya xwe civîna çapemeniyê li dar xist. Parlamenterê HDP’ê yê Stenbolê Mûsa Pîroglû û rêveberên HDP’ê beşdarî civînê bûn.    ‘DIVÊ DEMOKRASÎ BIBE SAZÎ’    Hevseroka HDP’a Stenbolê Elîf Bûlût di civînê de axivî û got divê demokrasî bibe sazûmankarî.    Bûlût bernameya hevdîtinên dê li Stenbolê pêk bînin parve kir û banga piştevaniya hevdîtinan kir.    BANGA JI BO HÊZÊN DEMOKRASIYÊ    Endamê MYK’a HDP’ê Ferhat Encu jî ji bo girîngiya demokrasiyê bang li hemû hêzan kir û divê hêz hemû piştevaniyê bidin sazûmankirina demokrasiyê û dengê xwe ji bo vê bilind bikin.    ‘HDP HÊZA JI KOLANÊ DIGIRE’    Parlamenterê HDP’ê yê Stenbolê Mûsa Pîroglû jî destnîşan kir ku li Tirkiyê siyaseta şer tê şopandin û temaşekirin û îqtîdar ji bilî şer û feqîriyê tiştek nayne. Pîroglû got HDP hêza xwe ji kolanan û kuçeyan digire û ji bo piştevaniya demokrasiyê bang li her kesî kir.    BERNAMEYA STENBOLÊ    Bernameya “Hevdîtinên Demokrasiyê” ya HDP’a Stenbolê wiha ye:    * Di 17’ê tîrmehê de “Hevdîtina li dijî şer û feqîriyê” dê bi gelan û hêzên demokrasiyê re li Parka Sarçahane pêk were.    * Di 20’ê tîrmehê de bi beşdariya Hevseroka HDP’ê Pervîn Bûldan bi dirûşma “Hevdîtina Hemû Bi Hevre Ji Bo Edaletê” bi boneya bîranîna qûrbaniyên Komkujiya Pirsûsê li ber avahiya HDP’a Kadikoyê dê şahiya bîranînê li dar bixin.    * Di 22’ê tîrmehê de bi beşdariya Hevserokên HDP’ê Pervîn Bûldan û Mîthat Sancar dê li Parka Maçka ya Şîşlî hevdîtin pêk were.    * Di 24’ê tîrmehê de jî ji bo parastina ekolojiyê dê li Qada Merasîmê ya Atakentê bi tevgerên ekolojiyê re hevdîtinek were kirin.