Çawîşê Pispor ê tecawizî zarokê kir girtin 2020-07-15 21:56:00 ŞIRNEX - Çawîşê pispor A.A. yê li dijî zaroka 13 salî êrîşa zayendî pêk anî, hat girtin. Li Şirnexê, Çawîşê Pispor A.A. yê li 1’emîn Tûgaya Kumando ya Leşkerî erkdar bû, li dijî zaroka 13 salî êrîşa zayendî pêk anî. Piştî ku zarokê qîr kir, cîran beziyan cihê bûyerê û zarok xesal kirin. Zaroka ku hat xilaskirin, derbarê çawîşê pispor de gilî kir. Polîsan li ser vê yekê A.A. binçav kirin. A.A. yê hat binçavkirin piştî li Miduriyeta Polîsan îfade da, sewqî Edliya Şirnexê hat kirin. Dozgerê îfadeya A.A. girt, bi sûcdariya “Îstîsmara zayendî” û “Bi çekê gef xwarin” û bi daxwaza girtinê sewqî Dadgeha Cezayê Sûlhê yê Şirnexê kir. Dadgehê derbarê A.A. de biryara girtinê da û şand girtîgehê. Li bendêye bi pêşengtiya Platforma Şaxa KESK’ê, sibe derbarê  bûyerê de li Kolana Hunerê ya Cizîrê daxuyaniyê bê dayîn.