Li Şirnexê bertekên li dijî îstîsmara zayendî dewam dikin 2020-07-15 22:24:06 ŞIRNEX – Bertekên welatiyên Şirnexê yên li dijî çawîşê pispor A.A. yê êrîşa zayendî li dijî zarokekê keç pêk anî, dewam dikin. Polîsan bi gaza îsotê mudaxileyî girseyê kir. Li Şirnexê, bertekên li dijî çawîşê pisyor A.A. yê li Taxa Navenda Şirnexê êrîşa zayendî li dijî zaroka keç a 13 salî pêk anî, dewam dikin. Bertekên heyî, tevahiya rojê li navend, navçe û ser medya civakî dewam kirin. Gelek ciwanên li navenda bajêr li hev kom bûn, dirûşmeya “Bêdeng nemîne, her ku tu bêdeng bimînî wê dûr were te jî” berz kirin û heya ber apartma bûyer lê qewimî meşiyan. POLÎSAN MUDAXILE KIRIN  Li aliyê din, ciwanên xwestin heya Sûka Yenî ya Taxa Gazipaşa bimeşin. Lê polîsan bi gaza îsotê mudaxileyî ciwanan kirin. Ciwanên li nava kolanan belav bûn çalakiya xwe dewam kirin. Rageşî û bertekên li bajêr dewam dikin.