Li Berwarî şer: 2 polîs hatin kuştin 2020-07-16 08:29:41 SÊRT – Li çoltera navçeya Berwarî di operasyona leşkerî de şer derket û 2 polîsên tîmên taybet hatin kuştin û 2 polîsên tîmên taybet jî birîndar bûn. Li çoltera gundêDogan ê girêdayî navçeya Berwarî ya Sêrtê di operasyona leşkerî de şer derket. Gelek tîmên taybet ên leşkerî û polîsên tîmên taybet beşdarî operasyonê bûn. Duh bi şev şer derket û di şer de 4 polîsên tîmên taybet birîndar bûn. Tîmên taybet rakirin Nexweşxaneya Leşkerî ya Şirnexê. Ji van polîsan 2 polîsan jiyana xwe ji dest da.