ROJEVA 16'Ê TÎRMEHA 2020'AN 2020-07-16 09:00:27   * Jinên siyasetmedar ên li Şirnexê bertek nîşanî destdirêjiya li dijî zarokekê keç pêk hat dan û gotin: “Bûyera ku îro li Şirnexê qewimî bûyerek ne ji rêzê ye. Ev bûyer encamên polîtîkayên ku hikûmetê bi salane li Şirnexê bicîh kirine. Em ê hesap bipirsin û bêdeng nemînin.”   * Pergala Hevserokatiyê ku di sala 2004'an de bi fikra Rêberê PKK'ê Abdlullah Ocalan di nava siyaseta Kurd de pêş ket, li hemû rêxistinên têkoşîna azadiyê dide belav bû. Niha bi piranî di gelek komele, weqf, rêxistinên civakên sivîl, rêxistinên pîşeyî, sendîqayan ên ku jina Kurd pêşengiya wê dikin, bi pergala hevserokatiyê têne birêvebirin.   * Hevjîna parêzer Aytaç Unsal ê bi Ebrû Tîmtîk re bi daxwaza “Darizandinek adîlane” di rojiya mirinê deye parêzer Dîdem Unsal, diyar kir ku rewşa wan girtina bûye û banga berdana lezgîn li dadgeha bilind kir. Dîdm Unsal, anî ziman ku Aytaç Unsal ji re gotiye “Dibe ku ev hevdîtina me ya dawiyê be.”   * Rojnameger Farhad Shamî, geşedanên li Libyayê pêş dikeve nirxand û diyar kir ku êdî şerê li herêmê bûye şerê navbera Libya û Tirkiyeyê.    * Malbatên li gundê Wêretega Jêrîn a Agiriyê dijîn, piştî ku lehiyê li malên xwan xist û nêzî 150 heywanên wan mirin, di konên tije herî de radizin.    * Bi hezaran cotkar, ji ber birîna ceyranê ya DEDAŞ’ê, nekarin îsal berhemên xwe yên duyemîn biçînin. Serokê Komeleya Zexîrevanên Qoserê Mehmet Şerîf Oter, bal kişand ser ne wekheviya maliyeta di navbera herêman û rîskên gengaz ên rû bidin.      Endamê Lijneya Rêveberiya DÎSK’ê Seyît Aslan, derbarê teqîna fabrîqeya fîşekên hewayî ya Sakaryayê ku 7 kesan jiyana xwe ji dest dan û 122 kes jî birîndar bû de, diyar kir ku îhmalkariyek mezin heye û got: “Dema ku xebatkar diçin karê xwe, xatirê xwe ji xizmên xwe dixwazin û wisan diçin.”    * Geşedanên kesên li Amed û Dîlokê hatine binçavkirin dê were şopandin.    * HDP dê di çarçoveya bernameya xwe ya "hevdîtinên demokrasiyê" de li Rihayê bi karkerên çandiniyê re pêk bîne. (10.00)   * Danişîna 5'emîn a doza Komkujiya Garê ya Enqereyê dê li Edliya Enqerê were lidarxistin. (10.00)   * Wekîlê Serokê Koma HDP'ê Sarûhan Olûç dê li Meclîsê rapora derbarê DEDAŞ'ê de eşkere bike. (12.00)   * Êrîşa zayendî ya bi destê çawişê pispor A.A. li dijî zarokek 13 salî pêk hat dê li Şirnexê û Mêrdînê bê şermezarkirin. (17.00)