Bi rojan e di konên tije herî de radizên 2020-07-16 09:08:32 AGIRÎ – Malbatên li gundê Wêretega Jêrîn a Agiriyê dijîn, piştî ku lehiyê li malên wan xist û nêzî 150 heywanên wan mirin, di konên tije herî de radizin.  Li gundê Wêretega Jêrîna Agiriyê, şeva 11’ê Tîrmehê lehî rabibû û nêzî 150 mihên koçaran ber avê ketibûn û miribûn. Li gund, şivanekê bi zorê canê xwe xilas kiribû û koçerên di konan de diman jî, tavilê konên xwe terk kiribûn. Ji bo vî awayî pêşiya karesatek mezin hatibû girtin. Gel kon û amûrên di konan de ber lehiyê ketin. Koçer ji ber ava lehiyê bi rojane di nava gola heriyê de di konên xwe de dijîn. Koçerên mexdûr bûn, daxwaza alîkariyê kirin.    'EM DI NAVA HERRIYÊ DE DIJÎN’   Ji koçeran Nazelîn Yuzen, roja lehî rabû bibîr xist û wiha axivî: “Piştî karesata lehiyê 150 mihên me mirin. Dîsan bi sedan kîsên hiriyê ber lehiyê ketin. Hemû alavên me yên di konan de ber avê ketin û çûn. Du şevan me nekarî em li vê derê razin. Ev çend rojin jî em bi zarokên xwe re di konên tije herî bûyîn de ji neçarî radizin. Jiyana me rezîl bûye. Di tevahiya jiyana xwe de, yekemîn care ku em vê yekê dibînin. Niha bi lezgînî pêdiviya me bi kon û betaniyan heye.”    MEXDÛR BÛN   Mûxtarê gund Hûmmet Atabey jî, bal kişand ser kareseta lehiyê ya di şeva 11’ê Tirmehê de pêk hat û wiha got: “Di 11, 12 û 13’yê Tîrmehê de, 3 karesatên lehiyên cuda rû dan. Lê di 11’ê Tîrmehê de zirarek mezin pêk hat. Li gund 150 mehên zozanvanan ber lehiyê ketin û mirin. Dîsa gelek zeviyên çandiyê yên li gund zirar dîtin. Em mexdûr bûn. Rewşa me ne başe. Bes heya niha tu kesî alîkariya me nekiriye.”    'AFADÊ KON NEDAN’   Atabey, diyar kir ku ji bo konan serî li AFAD’ê dan û wiha got: “Lê AFAD’ê kon nedan me. Ji me re gotin ku ji bo ku kon bidin me divê zirarek mezintir hebe. Gelo ma ji vê zirarê mezin, bûyer din heye? Mirov di nava heriyê de dijîn. Gelo çawan wijdana wan qebûl dike ku mirov di vê rewşê de bijîn? Divê zirar û ziyana van mirovan bê pêşwazî kirin. Niha li vê derê mirov di nava heriyê de dirazin. Tu tiştekê van mirovan nemaye. Her tiştê wan ber avê çûye. Hemû li benda alîkariyê ne.”    MA / Dîndar Karataş