Hevjîna Unsal ê di rojiya mirinê de: Dibe ku ev hevdîtina me ya dawî be 2020-07-16 09:11:03 STENBOL - Hevjîna parêzer Aytaç Unsal ê bi Ebrû Tîmtîk re bi daxwaza “Darizandinek adîlane” di rojiya mirinê deye parêzer Dîdem Unsal, diyar kir ku rewşa wan girtina bûye û banga berdana lezgîn li dadgeha bilind kir. Dîdm Unsal, anî ziman ku Aytaç Unsal ji re gotiye “Dibe ku ev hevdîtina me ya dawiyê be.” Çalakiya rojiya mirinê ya endamên Buroya Hiqûqê ya Gel (HHB) parêzer Ebrû Tîmtîk û Aytaç Unsal ên bi daxwaza “Darizandinek adîlane” li girtîgehê dest pê kirin, dewam dike. Çalakiya Tîmtîk ket roja 196’an û ya Aytaç Unsal jî ket roja 165’an. Hevjîna Aytaç Unsal û di heman demê de ji parêzerên HHB’ê Dîdem Unsal derbarê rewşa parêzerên di rojiya mirinê de axivî.    Parêzer Unsal ku ji heman dozê tê darizandin, derbarê pêvajoya darizandinê de jî agahî dan. Unsal, diyar kir ku  ji ber îfadeya şahidekê doz derbarê 17 kesan de hat vekirin û wiha  axivî: “Vî şahidi di 141 dosyeyan de şahidiya derewîn kiriye. Ji xwe parêzerê vî şahidî jî, diyar kiribû ku tenduristiya aqîl a muwekîlê wî ne di cih deye. Ji ber vê divê îfadeyên wî neyin esas girtin. Ev şahidê nepen ne tenê di dosyeya me de, di heman demê de, di gelek dosyean de şahidî kiriye. Ji ber îfadeyên vî kesî, ceza li sedan mirovan hatiye birîn.”    BI LEZ Û BEZ DARIZANDIN   Unsal, anî ziman ku hempîşeyên wê piştî girtina salekê ji nû de dest bi darizandina wan hat kirin û wiha  got: “Şandeya dadgehê, biryara AÎHM Û AYM’ê ya hevalên me yên girtî tên darizandin, li ber çavan girt û biryara berdana wan da. Ev biryara berdanê, biryarek emsal bû. Lê mudaxileyek siyasî li dijî vê biryarê hat kirin. Heta Musteşarê Wezareta Dadê yê wê demê li rêveberiya girtîgehê geriya ji wan re got; ‘Parêzeran bigirin. Em ê ji bo wan cardin biryara girtinê derbixin. Wan rawestînin.’ Dîsa hevalên me girtin. Ev pêvajoyek pir xerab bû. Dûre jî, bi lez û bez hevalên me darizandin, mafê parastinê ne dan wan. Piştre dosyeya wan a ji 70 klasoran pêk tê li Dadgeha Îstînafê hat qebûlkirin.”    LI DIJÎ BÊEDALETIYÊ DI ROJIYA MIRINÊ DENE   Unsal, da zanîn ku hevalên wan li dijî bêedaletiyê di rojiya mirinê dene û wiha bilêv kir: “Ev yek rastiya hiqûqa welat datîne holê. Aytaç û Ebrû dibêjin, ‘Bi vê bêhiqûqiyê dixwazin, li ser me çavê hempişeyên me bitirsînin. Ev êrîş li dijî pîşeya me ye. Em mîna kevirên domînonê ne. Îro êrîşî me dikin, sibe jî wê êrîşî hempîşeyên me bikin. Ji ber vê jî divê em li dijî vê êrîşa li ser  pişeya xwe derkevin û bersiv bidin.’ Ev helwest nîşan dan û ketin çalakiyê. Ji xwe qanûna ‘Pir baroyî’ dide nîşandan ku Aytaş û Ebrû mafdarin.”    ‘DIBE KU HEVDÎTINA ME YA DAWÎ BE’   Unsal, anî ziman ku ew û hevjînê wê Aytaç bi hêvîne û wiha pê de çû: “Ev hêvî hêza têkoşînê dide me. Ez çûm hevdîtina Aytaç. Em li ser gelek mijaran axivîn, lê di dema ji hev veqetînê de pir zor dibe. Ji min re got, ‘Dibe ku ev hevdîtina me ya dawiyê be.’ Piştî vê gotina wî, ez ji veqetînê pir bi hirs bûm. Hevjînê min dibeje, ‘yan edalet, an mirin.’ Ez neçarim ku rêzê bidim vê helwesta wî. Li ber bê edaletiyê canê xwe kiriye mertal. Ez bi wî serbilindim. Lê ez naxwazim wî winda bikim. Belê, welatê me di rewşek firtûnê deye. Di rastiyê de ev firtûne dide nîşandan ku kokum me çiqasî saxlemin. Em baş dibînin ku heskirina me, hirsa me û têkoşîna me çiqas bi hêze. Em bi hirsa xwe xurt dibin. Bêhiqûqî û bêedaletiya li me tê kirin, heskirina me mezintir dike.”    TENDURISTIYA WAN DI ASTA KRÎTÎK DEYE   Unsal, da xuya kirin ku Ebrû û Aytaç ji piştevaniyê hezek mezin digirin û wiha domand: “Her du jî tim banga piştevaniyê dikin. Di rewşa heyî de piştevaniyek heye, lê divê ev piştevanî bi lez bê mezinkirin. Aytaç 30 kîlo dane. Niha bûye 59 kîlo. Li ser canê wî birînên cuda vebûne. Gelek pirsgirêkên tenduristiyê dijî. Rewşa Ebrû hîn krîtîke. Birînên wê diyar bûne. Êdî baş nikare xweziya xwe jî daqûrtîne. Rewşa wê jî ne başe.”   BANGA BERDANA LEZGÎN LI DARAZÊ KIR    Parêzer Dîdem Unsal, banga berdana lezgîn li darazê kir û wiha axaftina xwe bi dawî kir: “Divê daraz tavilê biryara xwe aşkere bike. Em li bendêne ku daraz biryar bide. Ger desthilatdar mudaxileyî vê dosyeyê neke û ferman nede dadgehê, wê hevalên me bên berdan. Gelo daraz li benda çiye? Ma li bendêye ev mirov jiyana xwe ji dest bidin. Divê desthilatdariya siyasî, destê xwe ji darazê bikêşe û bi lezgînî hevalên me bên berdan.”    MA / Nacî Kaya