Rîskên birîna DEDAŞ’ê yên ceyranê 2020-07-16 09:11:42 MÊRDÎN - Bi hezaran cotkar, ji ber birîna ceyranê ya DEDAŞ’ê, nekarin îsal berhemên xwe yên duyemîn biçînin. Serokê Komeleya Zexîrevanên Qoserê Mehmet Şerîf Oter, bal kişand ser ne wekheviya maliyeta di navbera herêman û rîskên gengaz ên rû bidin.    Şîrketa Belavkirina Ceryanê ya Dîcleyê (DEDAŞ) ji 14’ê Gulanê ve, bi hinceta “cotkar deynên xwe nadin” ceyrana ji sedî zêdetir gund û taxên navçeyên Dêrik, Qoser û Artûklû yên Mêrdînê biriye. Ji ber ku ji trafoyên navendî ceyran hatiye birin, bi hezaran welatiyên deynên wan tuneye jî, mexdûr bûne. Dîsa ji ber ceyran tuneye, welatî nikarin pompeyên avê bixebitinin û ava xwe temîn bikin. Di vê germa havînê de welatiyên bêav û bêceyran hatine hiştin, îsyan dikin.    Welatiyan, ji ber birîna ceyranê berî demekê serî li dadgehê dan. Dadgeha Îdarî ya Mêrdînê, 23 biryarên cuda da û xwest ceyrana gund û taxan bên dayîn. Lê DEDAŞ’ê ev biryara dadgehê heya demekê bi cih ne anî. DEDAŞ’ê dûre li ser bertekên zêde, neçar ma ku ceyrana welatiyên deynê wan tuneyî bide. Lê ligel vê yekê jî mexdûriyeta welatiyan hîna jî dewam dike û ceyrana wan di saetên hatine diyar kirin de tê dayîn.    BI SEDHEZARAN KARKERAN WÊ BANDOR BIKE    Bi hezaran cotkar, ji ber birîna ceyranê ya DEDAŞ’ê, nekarin îsal berhemên xwe yên duyemîn biçînin. Ger ev rewşa heyî dewam bike, wê kes nekare berhemên xwe yên duyemîn ên salê biçînin. Ev jî wê bandorê li zeviyên çandiyê, sewalkariyê, sektorên pê re eleqedar û bi hezaran karkeran bike.”   LI HERÊMÊ HEZARE, LI ROJAVA 100 TL YE   Serokê Komeleya Zexîrevanên Qoserê Mehmet Şerîf Oter, derbarê rewşa heyî de axivî û wiha got: “Mexdûriyeta cotkarên li herêmê dijîn, di raya giştî de şaş tê vegotin. Cotkar ji ber fatûryên zêde, nikarin fatûryên ceyranê bidin.  Li cihên penbû, garis û gêzik tên çadin serê avdanê 100 TL ye. Lê li Mêrdînê beedêla avdanê hezar TL ye. Ji ber ku beedala avdanê pir bihaye, cotkar nikarin vî pereyî bidin. Cotkar jî, ji ber vê di zeviyên xwe de neçarin ku bîrên 400 û 600 metre bikulin. Vê yekê dikin hincet û berdêla avê biha kirine.”    ‘WÊ REWŞ XIRAB BIBE’   Oter, dest nîşan kir ku îdîayên “ceyrana qaçax” û “deynên xwe nadin” ne rastin û wiha got: “Ger cotkar nekarin zeviyên xwe av bidin wê rewş xirab bibe. Herî zêde wê 20 hezar malbatên avdaniyê dikin wê bi bandor bibin. Bîsa wê 10 hezaran karê barkêşiya vî karî dikin, sektora sanayî, sektora ardik û sektora sewalkariyê bi bandor bibin. Dê aboriya Mêrdînê zirarek mezin bibîne. Wê ev jî zirarê bide aboriya welat. Divê ji 2 mîlyon TL ton misir bên ixraçkirin. Ger wisan biçe wê Tirkiye winda bike.”   MA / Ahmet Kanbal