40 eskerên bi çek girtin ser malekê 2020-07-16 09:31:31   AMED - Hayriye Demîr a 75 salî ku 40 eskerên bi çek di 14'ê Tîrmehê de li Gundê Fîsê bi ser mala wan de girt û binçav kir, duh serbest hat berdan. Demîr, destnîşan kir ku 40 eskerên bi çek bi ser mala wan de girt û got: "Ez nexweş bûm, bêyî ez dermanê xwe bixwim û taseke avê vexum ez birim Lîcê."     Polîsan di 14'ê Tîrmehê de li Amed 23 jinên ku nûner û hevserok bûn binçav kirin. Yek ji wan jinan Hayriye Demîr a 75 salî bû. Nêzî 40 eskerên bi çek li Gundê Fîsê yê Liceya Amedê bi ser mala Demîr de girtin û binçavkirin. Piştî îfadeyê Demîr bi îdeaya "li ser navê rêxistinê xebat kiriye" sewqî Dadgeha Ceza ya Sulhê ya Amedê kirin. Dadgehê jî bi şertê qedexeya derketina derveyî welat serbest berda.    Demîr, piştî hat berdan, serpêhatiya xwe vegot. Demîr, diyar kir ku nêzî 40 eskerên bi çek, li dora saet 09.00’ê 14'ê Tîrmehê bi ser mala wan de girt û wiha got: "Hemû jî bi çekan ketin hundirê malê. Mal tevlîhev kirin. Wêneyên du zarokên min ên di nava PKK’ê de jiyana xwe ji dest dabûn birin. Eskeran ji zarokên min re gotin ‘heta Licê em ê bibin û pişt re berdin.’ Min got 'Ji bo çi hûn min dibin?' Gotin ‘tiştek tune ye.'  Nehiştin zarok bi min re werin. Ez birim Licê. Beyî dermanê xwe bixwim û taseke avê vexwim ez birim. Nexweşa dil im. Min got ‘Qey hûn gawir in hûn taseke avê jî nadin mirov’. Eskerên li wêneyên zarokên min mêze dikir, digotin ‘ev terorîst in’. 2 saetan lêgerîn kirin û ez du hundir de hiştim. Du esker hatin gotin ‘em te dibin cihekî din.’ Ez li sê cihan gerandim û piştre ez anîm Muduriyeta Polîsan a Rezanê. Li wir birim nezaretê. Li vir gelek kes hebun."    'DERMANÊ MIN NEDAN MIN'    Demîr, anî ziman ku polîs û eskeran di bin çavan de zext lê kirine û wiha lê zêde kir: "Min got 'Sûcêmin çiye?’ Ji min re gotin ‘te terorîst xwedî kirine’ Rêya min û ya zarokên min rêya rast e. Li Amedê û Licê ez pir aciz kirim. Piyê min seqet in û nikarim bimeşim. Bi gopal digeriyam. Zarokên min dermanê min anîn Midûriyeta Polîsan, lê dîsa derman nedan min. Heke ez bernedabûma, ez ê bimira ma. Tişta anîn serê min li dijî mirovahiyê ye. Ev çi edalet e? Çi mirovahî ye? Çi dewlet e? Ne mirov in."    ‘TU ÇÛYÎ KOMELEYA JINAN A ROSAYÊ?’   Demîr, bal kişand nêzîkatiya dozger jî û wiha berdewam kir: "Dozger di îfadeyê de pirsên 'Te çima telefonî ewropa kirî ye? Tu çûyî Komeleya Jinan a Rosayê? Te çima dujîn ji malbatên li pêş HDP'ê re daye? ji min pirsîn.  Em kurd in û em ê li dû kurdîtiya xwe jî biçin. Min zarokên xwe bi feqîrî xwedî kirin, hemûya jî xwend. Zarokên min heqaret qebûl nekirin û tev li PKK’ê bûn. Li dijî zor û heqaretê çûn. Ez 75 salî me. Hemû sucdariyên li min dikin derew in. Ev heqaret nayê qebûl kirin. Ez ê vê zilm û heqaretê li her derê jî bêjim. Dewlet, mirovahî, heq û hiqûq tune ye."    TEVLÊBÛNA ÇALAKIYÊN PARKA KOŞUYOLU SUC HESIBANDIN   Dozger bi îdeaya Hayriye Demîr a 75 salî “Li ser navê rêxistinê xebat kiriye" tawanbar kir. Polîsan jî tevlêbûna Hayriye Demîr a çalakiyên dayikan ku bi rojan li Parka Koşuyolu ji bo piştevaniya greva birçîbûnê ya Hevseroka KCD'ê Leyla Guven li dijî tecrîdê dabû destpêkirin wekî sûc hesiband. Dîsa li ser îfadeya şahidê nepen ku wekî Hayriye Demîr çûye Komeleya Jinan a Rosa, Demîr tawanbar kirin. Dîsa wêneyê kurê Hayriye Demîr ê di nava PKK'ê de jiyana xwe ji dest daye wekî delîla sûc dît.