Vê carê jî ala tirk bi avahiya HDP’ê ve daliqandin 2020-07-16 10:12:46   ŞIRNEX – Vê carê jî li avahiya Rêxistina HDP’ê ya Cizîrê ala tirk daliqandin. Beriya niha bi demekê jî kesek xwestibû avahiya HDP’ê bişewitîne.    Li navçeya Cizîrê ya Şirnexê duh bi şev bi hêceta salvegera hewldana darbeya leşkerî ya 15’ê Tîrmehê ala tirk bi avahiya Rêxistina HDP’ê ya Navçeya Cizîrê ve daliqandin. Beriya niha bi demek kin jî kesek xwestibû avahiya HDP’ê ya Cizîrê bişewitîne. Dîmenên vî kesî ji aliyê kamerayan ve hatibû girtin.