Derbarê parlamenterê HDP’ê de biryara ‘dûrxistinê’ 2020-07-16 10:15:09   ENQERE – Hat îdiakirin ku Parlamenterê HDP’ê yê Mûşê Mensûr Işik li hevjîna xwe Ebrû Işik daye. Derbarê Işik de biryara "dûrxistinê" hat dayîn.    Hat îdiakirin ku Parlamenterê HDP’ê yê Mûşê Mensûr Işik duh bi şev li Enqereyê li hevjîna xwe Ebrû Işik daye. Hat zanîn ku piştî Ebrû Işik rakirine nexweşxaneyê bûyerê di mercên edlî de deng vedaye.    Ebrû Işik derbarê hevjînê xwe Mensûr Işik de gilî kir û pişt re derbarê mijarê de lêpirsîn hat destpêkirin. Hat diyarkirin ku derbarê Işik de biryara “dûrxistinê” hatiye dayîn. Tê payîn HDP têkildarî mijarê daxuyanî bide.