Parezerên dozê: Em ê heta dawî dozê bişopînin 2020-07-16 10:24:45 ŞIRNEX - Bertekên li dijî çawîşê pispor A.A. ê dest dirêjî keça 13 salî kir, didome. Parezerên ku dozê dişopinîn diyar kirin ku ji ber polîtîqayên bê cezakirinê bûyerên wisa zêde dibin û dê heta dawî dozê bişopînin.    Ji ber zagona înfaza darazê ku girtiyên siyasî di girtîgehê de hişt û girtiyên edlî yên li dijî civakê sûc kirine serbest berdan, destdirêjiya zayendî û sûcên li dijî civakê zêde dibin  Herî dawî li Şirnexê çawîşê pispor A.A. dest avêt zaroka 13 salî. Parêzerên baroya Şirnexê ku dozê dişopînin bertek nîşanî bûyerê dan û diyar kirin ku ev encama naveroka zagonan e. Parêzer Aycan Îrmez diyar kir ku sedemê zêdebûna êrîşên zayendî polîtîqayên bêceza kirine ne û  got: "Mixabin di rojên dawî de êrîşên zayendî yên li dijî zarokan pir zêde bûn. Zarok bi êrîşên îstîsmarê re rû bi rû ne. Divê em pirsa Çima evqas zêde bû? bikin. Divê em aliyê hiqûqî, sîyasî û civakî binirxînin. Mixabin di serdema dawî de  bi taybetî hin guhertinên di xala 103’an de tawanên destdirêjiya zayendî di rojeva AKP’ê de ye. Dixwestin vê pêşnûmaya di 2016’an de di parlamentoyê de derbas bikin. Ji bo vê amadekarî kiribûn. Bi zewacên temênê biçûk de dixwestin van cezayan di holê de rakin. Lê li dijî polîtîqayên bêcakirinê li qadan û parlementoyê de jinan li berxwe dan. Ev zagona niha jî di rojeva wan de ye. Zagona ku niha dixwazin li meclîsê derbas bikin, rê li pêş destdirêjiya zarokan vedike. Neta ku ev rê û rêbazên zagonan neguherin dê civak li diji vê yekê dengê xwe bilind bike."    ‘DIVÊ BI CEZAYÊ HERÎ GIRAN BÊ DARIZANDIN’   Îrmez bal kişand li ser çawîşê pispor A.A  ê dest dirêjî zaroka 13 salî kir û got: "Em ê heta dawî dozê bişopînin. Duh êvarê, zarokek keç bi bûyerek wiha re rû bi rû ma. Ev pir bi êş e. Em baroya Şirnexê û parêzer ji nêzîk ve dişopînin. Sucdar sucê xwe înkar dikin. Lê bertek û nêrazîbûna gelê Şirnexê zêde ye. Gel ev teşhîr kirin. Hem li ser medyaya civakî û hem jî li  qadan gel nêrazîbûnên xwe anî ziman. Ji ber ku karmendeke dewletê ye, me xwe bi zorê gihand delîl û amûrên sûc. Li cihê bûyerê qad 24 seatan bi qemerayan tê şopandin. Lê mixabin di peydakirina van dîmenan de me gelek zehmetî kişand. Li tevî hemû neyîniyan em ser bûyerê sekinin û me bûyer di nêz de şopand. Bertekên gelê Şirnexê bi rastî jî layiqî pîrozkirinê ye. Divê ev kes bi tu awayî tu qadan de nexebite û bi cezaya herî giran bi darizandin.”   ‘EM Ê BI HER AWAYÎ ŞOPDARÊN BÛYERÊ BIN’   Cîgerê Serokê Baroya Şirnexê Prz. Mesut Gergez ku dosyayê dişopîne jî anî ziman ku ji bo faîl bi cezaya herî giran bê darizandin ew ê tebikoşin û got: "Bûyer saet di 12.00'an de qewimî. Bandoreke gelek mezin li ser civakê kir. Gel pir bi hêrs bû. Herî dawî ji ber bertekên civakê hêzên ewlehiyê ev kes binçav kirin. Dema ku me li dosyayê mêze kir, aşkere bû ku êrîşeke îstîsmara zayendi ye. Wekî  Baroya Şirnexê, me tedbîrên pêwîst girtin. Ji îfadeyê mexdûr heta ku vegotinên şahîdan me yek bi yek lêkolîn kir. Saet di 04.00'ê sibehê de piştî ku îfadeya mexdûr hate girtin, naveroka bûyerê xuya bû. Piştî nirxandinan tawanbarê bûyerê saet di 12:00 de binçav kirin. Em wekî baro dê heta dawi dozê bişopînin û hewl bidin ku bi cezayeke giran bê darizandin.”   MA / Zeynep Dûrgût