23 jin 3 rojin di bin çavan de ne 2020-07-16 10:59:03 AMED – Li Amedê 23 jinên bi hinceta beşdarî çalakî û şahiyan bûne hatine binçavkirin 3 roj in li Miduriyeta Polîsan a Amedê tên ragirtin.  Di çarçoveya lêpirsîna Serdozgeriya Komarê ya Amedê de der barê 33 jinên ku nûneriya rêxistinên civakî dikin de biryara binçavkirinê dabûn. Ji van 33 jinan 23 jin di 14'ê Tîrmehê de hatibûn binçavkirin. Berdevka Platforma Rojnamevanên Jin a Mezopotamya û edîtora JinNews’ê Ayşe Guney, Berdevka Tevgera Jinên Azad (TJA) Ayşe Gokkan û Hevseroka MED-DUHAT-DER'Ê Elîf Harran jî di navde 23 jin bi hinceta beşdarî çalakî û şahiyan bûne û beyanên şahidan li ser wan hene hatibûn binçavkirin. Ji 23 jinên hatin binçavkirin û birin Miduriyeta Polîsan a Amedê, Dayika 75 salî Hayriye Demîr duh serbest berdan. Piştre duh Aklime Hanas a 57 salî binçav kirin.  23 jin 3 rojin li Midûriyeta Polîsan a Amedê tên ragirtin.    NAVÊ BINÇAVKIRIYAN    Navê 22 jinên hatine binçavkirin wiha ne: Berdevka Platforma Rojnamevanên Jin a Mezopotamya û edîtora JinNews’ê Ayşe Guney, Berdevka Tevgera Jinên Azad (TJA) Ayşe Gokkan, Hevseroka MED TUHAD-FED’ê Elîf Haran, endama Komeleya Piştevaniyê ya Malbatên Girtiyan  (TUAY-DER) Rabîa Ataş, endamên Meclîsa Şaredariya Rezan Panayir Çelîk û Halîme Bayram, endamên Meclîsa Şaredariya Yenîşehîrê Gulşen Guneş û Ronda Bat, Hevseroka HDP’ê ya Yenîşehîrê ya berê Demet Ozkaran, rêvebera Sendîkaya SES’ê Rozerîn Çatak, Hevseroka HDP’ê ya Navçeya Peyasê Besîle Narîn, Hevseroka HDP’ê ya Navçeya Sûrê Hatûn Yildiz, rêveberên berê yên Sendîkaya Kedkarên Buroyê Dîlan Yakût û Guneş Ozel, aktîvîstên TJA’yê Zekiye Guler, Fîgen Ektî, Emîne Kaya, Zeynep Suncak, Selma Metîn, Rûken Şehîr, Hasret Alp, Şukran Tamîr.