Ji Meclisa Jinê ya HDP’ê daxuyaniya Mensûr Işik 2020-07-16 11:05:42   ENQERE - Meclisa Jinê ya HDP’ê, derbarê parlamenterê Mûşê Mensûr Işik ku hat angaştkirin hevjîna xwe derp kiriye de daxuyanî da û ragihand ku dê hemû mekanîzmeyan bike dewrê û ev tişt got: “Tundî ji kur tê bila bê, em ê li dij rtawestin.”   Meclisa Jinê ya HDP’ê, derbarê parlamenterê Mûşê Mensûr Işik ku hat angaştkirin hevjîna xwe Ebrû Işik derp kiriye de daxuyaniyeke nivîskî da. Meclisê, di daxuyaniyê de ragihand ku tundî ji kur tê bila bê, ew ê li dij rawestin û di têkoşîna xwe ya vê derbarê de bi israr bin. Di daxuaniyê de hat diyarkirin ku derbarê mijarê de lêkolîn hatiye kirin û dê hemû mekanîzma bikevin dewrê.     Berfirehiya daxuyaniya Meclisa Jinê ya HDP’ê wiha ye;   “Îro di saetên serê sibehê de di çapameniyê de derket ku Parlamenterê HDP’ê yê Mûşê Mensûr Işik hevjîna xwe Ebrû Işik derb kiriye. Derberê vê tundiya ku di çapemeniyê de derket de em dixwazin diyar bikin ku me axaftina jinê esas girtî ye û lêkolîn daye destpêkirin.   Tekoşîna li hemberî her cûre tundiya li ser jinê, weke Meclisa Jinê ya HDP’ê sedema hebûn û têkoşîna me ye. Em careke din ji jinan û raya giştî re radigihînin ku tundî ji kur tê bila bê em li hember rawestin û di têkoşîna xwe ya vê derbarê de bi israr bin.    Em pêşkêşî raya giştî dikin ku mijarê lêkolîn dikin û dê hemû mekanîzmeyan bikin dewrê.”