Bertek nîşanî binçavkirina rojnamevan Guney dan 2020-07-16 11:34:40   AMED – Hevpîşeyên rojnamevan Ayşe Guney bertek nîşanî binçavkirinê dan û diyar kirin ku rojnamevanên serê xwe natewînin dibin armanca hikumetê û xwestin demildest were berdan.    Berdevka Platform Rojnamevanên Jin a Mezopotamya (MKGP) û edîtora JINNEWS’ê Ayşe Guney di çarçoveya lêpirsînek ji aliyê Serdozgeriya Komarê ya Amedê ve hatibû destpêkirin di 14’ê hezîranê de li malê ji aliyê polîsan ve hat binçavkirin. Guney bi komek jinên siyasetmedar re 3 roj in li Emniyeta Amedê tê ragirtin. Ji ber biryara nepeniyê li ser dosyeyê nayê zanîn Guney j içi tê sûcdarkirin. Hevpîşeyên Guney bertek nîşanî binçavkirinê dan.    ‘DIVÊ AYŞE WERE BERDAN’    Edîtora JINNEWS’ê Gulşen Koçûk diyar kir ku hikumet bi binçavkirin û sûcdarkirina rojnamevanan dixwaze medya yek dengî biafirîne û dixwazin bi van binçavkirinan rojnamevana çapemeniya azad krîmînalîze bikin. Koçûk da zanîn ku binçavkirina Guney encama tundiya dewleta zilam e û got: “Ayşe rojnamevan e. Rojnamegerî ne sûc e. Wê tenê rojnamegeriyê kiriye û tundiya dewleta zilam eşkere kiriye. Tekane ajansa jinan li cîhanê JINNEWS e. Lazime sazî û dezgehên netewî û navnetewî xwedî li ajansa jinan derkevin. Em bang dikin ku hevala me Ayşe demildest were berdan.”   ZEXT ZÊDE DIBIN   Nûçegihana JINNEWS’ê û endama MKGP’ê Sema Çaglak jî anî ziman ku çapemeniya azad rasterast dibe armanca îqtîdarê û bi fermana îqtîdarê zext li ser rojnamevanên kurd û muxalîf zêde dibe. Çaglak diyar kir ku rojnamevaniya kurd û muxalîf tê îllegalîzekirin û di her operasyonê de rojnamevan jî dibin armanc. Çaglak got binçavkirina Guney nehiqûqî ye, rojnamevanî ne sûc e û îqtîdar dixwaze bi binçavkirin û girtina rojnamevanan medyaya yek dengî bi bandor bike.    'SER RASTIYÊ DIGIRIN’    Hevseroka Komeleya Rojnamevanan a Dîcle Firatê (DFG) Dîcle Muftuoglû jî diyar kir ku dema li Tirkiyê geşedanek diqewime ewil rojnamevan dibin armanca binçavkirin û girtinê û îro ji 90 rojnamevanî zêdetir ji ber ku ew tenê muxalîf û kurd in girtî ne. Muftuoglû anî ziman ku bi van operasyonan ser rastî û heqîqetê tê girtin û dixwazin bi girtin û binçavkirina rojnamevanan re jî civakê bimirînin û bêdeng bikin. Muftuoglû da zanîn ku li dijî binçavkirin û girtina pêdivî bi piştevaniya rojnamevaniyê heye û xwestin hevpîşeya wê Ayşe Guney demildest were berdan.    ‘ÎQTÎDAR BI HÊRS E’    Nûçegihanê Rojnameya Evrenselê Firat Topal jî destnîşan kir ku hêrsa îqtîdarê ya li dijî rojnamevanan her ku diçe zêde dibe û loma rojnamevanan binçav dikin û ceza dikin. Topal got îqtîdar dixwaze çapemeniyê hin bêtir yek dengî bike û dengê rastî û civakê û jinan qût bike. Topal da zanîn ku îqtîdar bi van operasyonan û binçavkirina dixwaze hin bêtir medyaya xwe ango medyaya yek dengî ava bike û ji ber vê yekê jî rojnamevan serê xwe natewînin û loma dibin hedefa îqtîdarê.