KMM: Tirkiye bi qutkirina ava Firatê peymanê binpê dike 2020-07-16 11:53:10   NAVENDA NÛÇEYAN - Komeleya Mafê Mirovan, bi boneya qutkirina ava çemê Firatê ya ku Tirkiye ji ser Sûriye qut kiriye şermezar bike daxuyanî da. Hevseroka Komeleyê Nesrîn Elî diyar kir ku di 1987'an de Sûriye û Tirkiyeyê bi riya hevpeymanekê li hev kirine ku Sûriye di saniyê de 500 M.t  kûp av bigire. Lê Tirkiye niha vê hevpeymanan û zagonan bin pê dike.     Komeleya Mafê Mirovan, bi boneya helwesta Tirkiyeyê ku ava Firatê ji ser Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê qut dike daxuyanî da û helwesta Tirkiyeyê şermezar kir. Bi dehan endamên sazî û dezgehên civakî tev li daxuyaniyê bûn. Hevseroka Komeleya Mafê Mirovan a Herêma Firatê  Nesrîn Elî daxuyanî xwend û wiha got: ”Ji bo saziyên civaka navneteweyî û rêxistinên mafên mirovan, kiryarên Tirkiyeyê yên li dijî mirovahiyê, gelê herêmê û bi taybet Bakur û Rojhilatê Sûriyê zêde bûne. Ev kiryar li pêşiya çavê tevahî cîhanê diqewimin bê ku tu kes dengê xwe bike, bedengiya we jî  diyar dike ku hûn jî şirîkê van kiryaran e."     Nesrîn Elî anî ziman ku Tirkiye hemû cureyên çekên qirêj li ser gel de bi kar anî û wiha got: "Ji bo ku sivîlên li Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê tengav bike û wan ji jiyana bi ewle ya ku heye bê par bihêlin, van kiryaran pêk tîne. Herî dawî jî birîna ava Firatê ye, hikûmeta Erdogan hevpeymanên herêmî û navnetewî yên ji bo parvekirina ava çemê Firatê îmze kiribû bin pê dike. Ava Çemê Firatê ev demeke ku ji aliyê dewleta tirk ve hatiye qutkitin, ev yek jî bandorê li ser jiyana welatiyên herêmê û yên ku li derdora çemê Firatê dijîn dike.    'TIRKIYE PEYMANÊ BINPÊ DIKE'    Nesrîn Elî bal kişand ser peymana di navbera Tirkiye û Sûriyeyê de hatiye îmzekirin jî û wiha bi dawi kir: "Di sala 1987'an de Sûriy û Tirkiyeyê bi riya hevpeymanekê li hev kirine ku divê Sûriye di saniyê de 500 M.t  kûp av bigire. Lê dewleta tirk van hevpeymanan û zagonan bin pê dike.  Asta ava Firatê daxistiye 200 M.T kûp di saniyê de. Dewleta tirk dixwaze kaniya jiyana mirovan bide rawestandin. Heman tişt li Herêma Cizîrê jî tê kirin. Ava Elokê qut dike û gelê herêmê bi zehmetiyên jiyanî re dihêlê.  Bi qutbûna avê re şer û mercên jiyanê zehmet dibin. Em weke Komelya Mafê Mirovan ya Herêma Firatê van kiryarên dijmirovî yên dewleta tirk şermezar dikin. Divê zext li dewleta tirk bê kirin ku dev ji van kiryarên hovane berde. Jiyana mirovên herêmê di nava xeteriyê de ye.”