Salek e ambargo li ser Kampa Mexmûrê ye 2020-07-16 12:55:16   NAVENDA NÛÇEYAN - Kampa penaberan a Mexmûrê ku 100 kîlometre dûrî Hewlerê ye û şêniyên wê di salên 1990'an de ji Şirnex û Colemêrgê koç kirin û lê bi cih bûne, salek e di bin ambargoya Rêveberiya Herêmema Federe ya Kurdistanê de ye. Rêveberên kampê pirsgirêk û helwesta NY'ê vegotin û xwestin ambargo bi dawî bibe.    Kampa penaberan a Şehîd Rustem Cûdî ya Mexmûrê ku 100 kîlometre dûrî Hewlerê ye, 1 sale di bin ambargoya PDK'ê de ye. Ji ber ambargoyê hemû pêdiviyên jiyanê xelas dibin. Pêdiviyên tibbî û tenduristiyê jî xelas bûne. Li gel ku şewba vîrîsa corona (Covît 19) li hemû cîhanê belav bûye û bi deh hezaran mirov dimirin jî pêdiviyên tenduristi û tibbî yên kampê nayê bersivandin. li ber qedînê ye. Li Mexmûrê jî ji xeyni qedexeya  derketina derve malê bi tevahiya kampê di bin ambargoyê de ye. Ambargoya ku PDK'ê danîbû ser Mexmûrê 1 sale didome. Ji ber ambargoyê welatî nikarin pêdiviyên xwe yên jiyanî wekî zexîre û tenduristiyê temin bikin. Ambargoya li Mexmûrê piştî di 17'ê Tîrmeha 2019’an de li Hewlerê 3 rayedarên Konsolosa Tirkiyeyê hatin kuştin dest pê kir û salek e bê navber didome. Ji ber ambargoyê Mexmûra ku 12  hezar şêniyê wê neye di tecrîdê deye. Ji bo ambargo bi dawî bibe her çend rayedar bang dikin jî heta niha daxwazên rayedarên kampê nehatiye bersivandin û ambargo didome. Kamp ji sala 1998'an heta niha girêdayî Neteweyên Yekbûyî (NY) ye. Her çend NY berpirsiyarê xizmeta tenduristî, perwerde û zexîreyan e jî, ev yek nayê kirin. Şêniyên kampê di nava xwe de meclîs ava kirine û her tişt ji aliyê meclîsê ve tê temînkirin. Welatiyên Mexmûrê heta beriya ambargoyê li Hewler, Sileymaniye, Duhok û Zaho kar dikirin û debara xwe dikirin. Lê ji 17'ê Tîrmeha 2019'an heta niha salek e ambargo li ser Mexmûrê ye. Di vê pêvajoyê de Tirkiye bi balafirên şer Mexmûr bombe kir û 3 in hatin kuştin. Şêniyên Kampê ku fikrên Rêberê PKK'ê Abdullah Ocalan diparêzin li dijî wê ambargoyek siyasî jî heye.    KOMEK JI BO AŞTIYÊ HATIN TIRKIYEYÊ   Di pêvajoya çareseriyê de li ser banga Rêberê PKK'ê Abdullah Ocalan ji kampa Mexmûrê komek bi navê "Koma Aştiyê" hatin Tirkiyeyê. Kesên ji Mexmûrê hatin doz li wan hat vekirin û hatin girtin. Piştre hatin cezakirin. TSK'ê  heta niha bi dehan caran kamp bombe kir. Herî dawî di 15'ê Nîsana 2020’an de dîsa TSK'ê kamp bombe kir û 3 jinên Mexmûrî hatin kuştin.  Endama Koordînasyona ÎŞTAR'ê ya Mexmûrê Nuran Sezgin û Hevserokê Meclîsa Gel a Şehît Rustem Cudi Haci Kaçan salek ambargoyê nirxandin.    BÊDENG MAN   Endama Koordînasyona ÎŞTAR'ê ya Mexmûrê Nuran Sezgîn, anî ziman ku penaberên 25 salin li vê kampê dijîn bi zextên pir dijwar re rû bi rû ne û wiha got: "Heta niha tu pirsgirêkên me bi gelê herêmê re çênebûye. Di rojên teng de em bi hevre di nava piştgiriyê de bûn. Bi taybetî dema DAIŞ'ê êrîş kir piştevaniya me û gelê herêmê bêtir xurt bû. Ev ji bo me serbilindiyek e. Lê mixabin salek e ambargo li ser me ye. Bêdengiya gelê herêmê ya li dijî vê ambargoyê me pir diêşîne. Divê herî zêde gelê başur li dijî vê ambargoyê dengê xwe bilind bike. Di pêvajoyên şer de herî zêde jin û zarok zor û zahmetiyan dijîn. Bi taybetî jin di pêvajoya ambargo de zahmetiyê dijîn."    Sezgin, da zanîn ku beriya ambargoyê jinên Mexmûrî diçûn Hewlerê û bi keda xwe debara xwe dikirin î wiha got:  "Bi ambargoyê êdî mirov nikarin debara xwe bikin. Ji ber ambargoyê zarokên gelek jinên ducanî mirin. Mirovên nexweş nikarin biçin derman bibin. Mirovên nexweş ên diçin kontrolê rastî astengiya asayîşa PDK'ê tên. Di vê pêvajoyê de dîsa gel li ber ambargoyê serî netewandin. Em hewl didin ku di qada perwerde, tenduristî û debarê de alternatif ava bikin."    Sezgîn, da zanîn ku li aliyekî ambargo didome û li aliyê din êrîşên li dijî wan didomin û NY li hemberî vê yekê bêdeng e û wiha bi dawî kir: "Divê bi taybetî PDK ambargo bi dawî bike û dest ji vê helwesta xwe berde. 26 salin gelê herêmê tawîz nade û serî natewîne. 26 salin gelê Mexmûrê li dijî hemû êrîş, tundi û zextan li ber xwe dide. Divê bi taybetî Neteweyên Yekbûyî (NY) helwestek zelal dîne holê. Divê PDK jî têkiliyên xwe û Tirkiye ji nûve di ber çavan re derbas bike. Çawa ku Tirkiye ji bo xwe PKK'ê wekî gef dibîne, di heman demê de her kurdekî jî ji bo xwe tehdît dibîne. Divê PDK vê helwesta AKP û MHP'ê bibîne û gav bavêje."       Hevserokê Meclîsa Gel a Şehît Rustem Cudi Haci Kaçan jî anî ziman ku mirovên xaniyê wan û gundê wan şewitîn, neçar man koç bikin û li vir bi cih bibin û wiha got: "Em ji ber xizanî û birçîbûnê nehatin vir. Li Başûr û bakur gundên me hebûn. Pergalek û jiyanek me ya aram û xweş hebû. Me dest ji hemû tiştî berda û em hatin vir. Dijmin xwest em koletiyê qebûl bikin. Lê me koletî û mêtingerî qebûl nekir. Ji ber vê yekê xaniyên me şewitandin û em ji warên xwe derxistin. Em tu carî koletiyê qebûl nakin. Em dixwazin her dem û li her derê azad bijîn. Kesên ambargo li ser me ferz dikin divê bila baş zanibin ku em tu carî koletiyê û zilmê qebûh nakin. Gel li dijî ambargoyê pir bi hêrs e. Di salek dawî de gelê Mexmûrê gelek zor û zahmetiyên mezin dît. Em tu carî alîkariya aborî ji kesî naxwazin. Bes em dixwazin ev ambargo bi dawî bibe. Gelê kampê tu carî xwe mohtacî kesî nake. Ji ber vê yekê ambargo didome. Em vê ambargoyê qebûl nakin. Di vê pêvajoya ambargoyê de DAIŞ'ê êrîş kir. Dîsa balafirên TSK'ê êrîş kirin. Ambargo didome, êrîş didomin. Divê gelê herêmê û gelê Kurd li dijî vê ambargoyê dengê xwe bilind bike."