Ji bo daxuyaniya ‘aştiyê’ bang li xelkê Amedê hat kirin 2020-07-16 13:11:27   AMED – Hevserokê HDP’a Amedê Zeyyat Ceylan banga beşdariya daxuyaniya çapemeniyê ya bi daxwaza aştiyê dê sibê pêk bînin li xelkê Amedê kir.   HDP sibê dê li Parka Koşûyolû ya Amedê di çarçoveya bernameya “Hevdîtinên Demorkasiyê” de li dijî operasyonên leşkerî dê bi daxwaza “aştiyê” daxuyaniya çapemeniyê li dar bixe. Daxuyanî bi beşdariya Hevseroka Giştî ya HDP’ê Pervîn Bûldan, parlamenter û rêveberên HDP’ê û nûnerên rêxistinên civaka sivîl saet di 17.00’an de bê lidarxistin. Hevserokê HDP’a Amedê Zeyyat Ceylan banga beşdariya daxuyaniya çapemeniyê ya bi daxwaza aştiyê dê sibê pêk bînin li xelkê Amedê kir û got: “Werin em hemû bi hev re li dijî şer aştiyê qîr bikin.”