Temellî: DEDAŞ rûyê AKP'ê ye 2020-07-16 13:24:36   RIHA - Hevserokê HDP'ê yê berê Sezaî Temellî, di "Hevdîtina Demokrasiyê" ya li Rihayê de bertek nîşanî pêkanînên DEDAŞ’ê yên li dijî çotkaran da û got: “Polîtîkaya AKP’ê ya çandiniyê tune ye. Polîtikaya wê ya talankirinê heye. DEDAŞ ruyê AKP'ê ye."    Kampanya Partiya Demokratîk a Gelan (HDP) ya “Hevdîtina Demokrasiyê" didome. HDP'ê di çarçoveya kampanyayê de li Rihayê bername li dar xist. Di bernameyê de Berpirsiyara Kedê ya HDP'ê Şaziye Kose, Hevserokê Giştî yê HDP'ê yê berê  Sezai Temellî, Nûnerên DBP, ESP û gelek cotkar amade bûn. Heyet, li pêş avahiya DEDAŞ'ê ya Rihayê kom bûn û xwestin daxuyaniyê bidin çapemeniyê. Lê polîsan bi hinceta çalakî qedxe ne destûr nedan ku daxuyaniyê bidin çapemeniyê. Lê dîsa heyetê li pêş DEDAŞ'ê daxuyanî dan.    Endama Komîsyona Çandiniyê ya Meclîsê û Parlamentera HDP'ê a Rihayê Ayşe Surucu, bal kişand ser erdnîgarî û Dîroka Rihayê û wiha got: "Tovê yekem li ser vê axê hatiye çandin. Yekem car çandinî li vir pêş ketiye. Vir dergûşa mirovahiyê ye. Lê îro bi destê îqtîdarê herêm perîşan bûye. DEDAŞ karebayê ji ser çotkaran dibire. DEDAŞ li herêmê begîtîyê dike. Em li dijî vê yekê licem gelê xwe ne. DEDAŞ li dijî usulê fatûreyên pir zêde li çotkaran dibire. Li hin cihan kareba (ceyran) û trafo tune. Lê fatûreyê ji wan re dişînin. Çima ev bê edaletî tenê li Riha, Mêrdîn û Amedê heye."    TEMELLÎ: AKP DIJMINÊ AŞTIYÊ YE    Hevserokê HDP'ê yê berê Sezaî Temellî jî, bertek nîşanî pêkanînên DEDAŞ’ê yên li dijî çotkaran da û got: “Polîtîkaya AKP’ê ya çandiniyê tune ye. Polîtikaya wê ya talankirinê heye. DEDAŞ ruyê AKP'ê ye. Em dixwazin bi vê xebatê li Tirkiyeyê aştî û demokrasiyê mayinde bikin. Li ku bê edaletî û dijdemokratî hebe, em dixwazin li wir edaletê û demokrasiyê pêş bixin. Ji bo li welateki aştî, demokrasî û edalet pêş bikeve divê berî her tiştî aştî û aramiya civakî hebe. Lê li vî welatî aştî tune ye. Aştiya civakî û siyasî tune ye. 18 salin îqtîdara AKP'ê dînamît xistiye bin aştiyê. AKP, li herêmê bi destê DEDAŞ'ê terorê pêş dixe. DEDAŞ wêne û rûyê AKP'ê ye. Polîtîkayên AKP’ê yê îmhaya çandiniyê heye. Polîtîkayên wê ya dijminantiya kurdan heye. Polîtîkaya wê ya mêtîngeriyê heye. Li ser ked, xweza û jinê mêtîngeriyê pêş dixe. Xwezayê talan û wêran dike. AKP welêt di zinar werdike. Sepandinên DEDAŞ'ê peçeyekî dijminantiya Kurdan e."      Heyetê piştî daxuyaniyê dest bi ziyaretên xwe yên li Rihayê kir.