Parêzer ji bo biçin Îmraliyê serî li dozgeriyê dan 2020-07-16 13:26:59   STENBOL – Parêzerên Rêberê PKK’ê Abdullah Ocalan ji bo bi miwekîlê xwe re hevdîtinê pêk bînin serî li Serdozgeriya Komarê ya Bûrsayê dan.    Ji parêzerên Rêberê PKK’ê Abdullah Ocalan, Newroz Ûysal, Faîk Ozgur Erol, Mazlûm Dînç û Cengîz Yureklî ji bo sibê bi miwekîlê xwe re hevdîtinê pêk bînin serî li Serdozgeriya Komarê ya Bûrsayê dan. Parêzer Rêzan Sarica û Newroz Ûysal herî dawî di 7’ê tebaxa 2019’an de li gel Ocalan hevdîtin pêk anîbûn.